Derbarê 3 kesên êrişî avahiya HDP’a Yuregirê kiribûn de doz hat vekirin 2022-04-18 09:00:44 EDENE - Derbarê 3 kesên ku êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yuregîrê kiribûn de doz hat vekirin.  Ammar Hasan û Beşşar Elalî yên ji Sûriyê û Mahmut Kendirci yê ji Sêrtê di 16’ê sibatê de êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Yuregîra Edeneyê kiribûn. Êriş bi çekan û madeyên teqemniyê pêk hatibû. Hevserokê HDP’ê ya Yuregîrê Durmaz Ozmen giliyê êrişkaran kir û li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîn da destpêkirin.    Piştî êrişan bi çend rojan her sê êrişkar jî hatin binçavkirin û girtin. Serdozgeriyê îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ya 2’yemîn îdianame qebûl kir û ji sûcên “madeyên talûke bikar anîne”, “xesar dane partiyên siyasî û saziyên pîşeyî” û “endamên rêxistina terorê ya çekdar in” doz vekir. Danişîna dozê dê di 16’ê hezîranê de were lidarxistin.