PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike 2022-04-18 09:14:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Kurêjaro di navbera endamên HPG'ê û artêşa Tirkiyeyê de şerekî giran diqewime. PDK'ê jî hêzeke zêde ya leşkerî şand bajarokên Şêladizê û Dêrelokê ku li biniya çiyayê Kurêjaro ne. Li gorî ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) agahiyên ji çavkaniyên xwecihî wergirtiye, hêzên PDK'ê ber bi bajarokên Şêladizê û Dêrelokê ve hêzeke mezin şandine ku bejahiya vê herêmê li çiyayê Kurêjaro di navbera gerîlayên HPG û artêşa Tirkiyeyê de şerekî giran diqewime.   Dîmenê vê veguhastina hêzên PDK'ê hatiye kişandin. Heman çavkaniyan ragihandin ku PDK hîn jî hêzên xwe yên leşkerî dişîne herêmê.