Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man 2022-04-18 10:51:54 WAN - Li navçeya Serayê du kesên xwestin bêpasaport derbasî Îranê bibin ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û bi îşkenceya tazî re rûbirû man.    Du kesên ku bêpasaport bûn û xwestin derbasî Îranê bibin li navçeya Seraya Wanê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Leşkeran ew her du kes tazî kirin û îşkence li wan kirin. Di 15’ê nîsanê de leşkerên girêdayî Fermandariya piyade ya Rasîm Çomez Ganî Kaya û Celalletîn Yalçin binçav kirin û niha ew li Midûriyeta Polîsan a Wanê tên ragirtin. Ganî Kaya diyar kir ku ji bo ew giliyê îşkenceya li wan hatiye kirin nekin, leşkeran gef li wan xwariye.    TIŞTEK NEMAYE NEANÎNE SERÊ WAN    Kaya diyar kir ku bi hevalê xwe re biçe Îranê kar lê ji ber pasaporta wan tine bûye di sînor de xwestine derbas bibin û di îfadeya xwe ya daye Midûriyeta Polîsan a Bajêr wiha gotiye: “Em li ser sînor ji aliyê leşkeran ve hatin girtin. Paşê bêyî ku bi me re leşkerên navên wan A.U. N., N.G. û B.K. ku piyade ne îşkence li me kirin. Bi qûndaxa çekan û botên xwe li serê min xistin. Li cihê bûyerê ji serê min xwîn çû û pişta min werimî. Leşkerên piyade yên ku min navê wan anî ziman dîsa li min dan û hestiyên min êşandin. Piştî li min dan bi hev re li hevalê min Celalletîn Yalçin jî xistin. Dema leşkerên piyade ez li ser rûyê min danîbûn, leşkerekî peya ku min nedidît, kevirekî bi qasî 5-6 kîloyan ku li erdê dîtibû rakir û bi tundî li pişta min xist. Pişta min hîn jî ji vê diêşe. Paşê min ji erdê rakir û dest bi lêdana li rû û lêvên min kirin. Di encamê de xwîn ji lêv û rûyê min çû.”    ÎŞKENCEYA TAZÎ!    Kaya destnîşan kir ku leşkeran pişt re bi darê zorê cilên wan ji wan kirine û îşkenceya tazî li wan kirine. Kaya diyar kir ku leşkeran bi îşkenceyê re gef jî li wan dixwar.    HEM ÎŞKNECE HEM JÎ GILÎ DIKIN    Kaya da zanîn ku piştî îşkenceya li wan hatiye kirin leşkeran ew biriye qereqolê û binçav kirine û rojek şûn ve birine Midûriyeta Polîsan a Wanê û hê li wir t3en ragirtin. Kaya got leşkerên îşkence li wan kirine derbarê wî û hevalê wî de jî gilî kirine û wî û hevalê xwe destê xwe jî ji leşkeran re bilind nekirine û ew derbarê leşkeran de gilîkar in.