Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar 2022-04-18 13:21:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li herêmên Avaşîn û Zapê dest bi operasyonê kir û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. Hat zanîn ku Tirkiyeyê heta niha herêm 147 caran bi balafirên şer bombebaran kiriye û di encama pevçûnan de 2 helîkopter hatine derbkirin û 28 leşkeran jî jiyana xwe ji dest dane.    Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Di çarçoveya operasyonê de li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. TSK, hewl dide piştî bombebaranê leşkerên xwe li herêmê bi cih bike û di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirkiyeyê de pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya HPG’ê ya li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), di encama pevçûnên ji şevê din heta niha de 2 helîkopter hatine derbkirin û 28 leşkeran jî jiyana xwe ji dest dane.    BOMBEBARANA GIRAN    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên Tirkiyeyê ji 14’ê nîsanê ve dest pê kirin û ev êriş di 17’ê nîsanê de bi bombebaraneke giran berdewam kirin. Her wiha hat diyarkirin ku di 17’ê nîsanê de artêşa Tirkiyeyê li herêma Avaşînê bi 8 helîkopteran leşker danîne herêmê. HPG’ê da zanîn ku dema artêşa Tirkiyeyê hewl dida li herêma Werxeleyê leşkeran bi cih bike, di navbera hêzên wan û artêşa Tirkiyeyê de pevçûnên dijwar qewimîn. HPG’ê, got ku di encama pevçûnan de li Werxeleyê 13 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin û artêşa Tirkiyeyê neçar ma ku hêzên xwe qedemeyekê paşde bikişîne. HPG’ê, da zanîn ku pevçûnên li herêmê bi dijwarî berdewam in.    NEHIŞTIN LEŞKER LI ZAPÊ BI CIH BIBIN    Bi domdarî HPG’ê daxuyand ku artêşa Tirkiyeyê di navbera 14-17’ê nîsanê de li dijî herêmên Kurojaro, Şikefta Birîndara, Ertuş, Şehîd Şahîn, Karker û Çiyareşê bi balafirên şer bombebaraneke giran pêk anî ye û ev hûrgilî parve kirin: “Helîkoptereke ku dixwest leşkeran deyne ser Girê Şehîd Şahin, ji hêla hêzên me ve hate derbkirin. Di heman demê de hêzên me nehiştin ku helîkoptereke din leşkeran deyne ser herêma Kurojaro. Di encama pevçûnên li Girê Şehîd Amargî de jî 7 leşker hatin kuştin.”    JI BAREGEHA KDP’Ê ÊRIŞ KIRIN   HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirkiyeyê êrişa li dijî Kurejaro li baregeha leşkerî ya PDK’ê ya li Sirêyê daye destpêkirin û PDK sewqiyeteke mezin a leşkerî ber bi xeta Dêrelok, Şêladizê û Barzanê ve dike.    HELÎKOPTEREK HATE DERBKIRIN    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama pevçûnên li qada Kevirêkun ê li herêma Şikefta Birîndara 5 leşker hatine kuştin û li ser vê yekê artêşa Tirkiyeyê neçar ma ku xwe vekişîne herêma Kaniya Skorsky. HPG’ê, diyar kir ku di pevçûnên piştre de jî 3 leşker hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne. Bi domdarî HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li herêma Çemçoyê nehiştin 2 helîkopter leşkeran li herêmê deyne û ji van helîkopteran yek jê hatiye derbkirin.    Her wiha hat ragihandin ku hêzên wan helîkoptereke ku hewl dida li ser xeta Bamernê-Amediye-Dêrelokê leşkeran li Kurêjaro bi cih bike jî xistine û piştî vê destwerdanê, 3 helîkopter neçar man ku ji herêmê dûr bikevin.    147 BOMBEBARAN HATIN KIRIN   Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Tirkiyeyê di nava 4 rojan de herêm 147 caran bi balafirên şer bombebaran kiriye, gelek caran topbaran kir, di encama pevçûnan de 28 leşker hatine kuştin û artêşa Tirkiyeyê neçar ma ye ku xwe ji herêmê vekişîne.