‘Ya girîng azadiya gelê me ye’ 2022-04-18 15:04:02 MÊRSÎN - Celaleddîn Cenap Araci yê 30 sal şûnve ji girtîgehê hat berdan diyar kir ku ya girîng azadiya gel e.  Celaleddîn Cenap Araci piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan. Araci ji Girtîgeha Bandirmayê derket û çû cem malbata xwe ya li Mêrsînê. Koma ku ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AKKAY-DER), aktîvîstên TJA’yê, Hevserokên HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kuş, endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê pêk dihat serdana Arici kir. Serdan li avahiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çûkûrovayê (Çukurova TUAY DER) pêk hat.    BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ    Rêveberê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş di serdanê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xwest tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan bi dawî bibin.    Hevserokên HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kuş jî axivîn û bal kişandin ser rewşa girtiyên siyasî û xwestin girtî tavilê bên berdan.    Celaleddîn Cenap Araci jî spasiya mêvanên xwe kir û got: “Ya girîng azadiya gel e. Heta ku gelê me azad nebe, azadiya biyolojîk pir ne girîng e.”