Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike 2022-04-18 15:53:16   ENQERE - Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, parastina xwe ya derbarê doza girtina partiya xwe de temam kir û wê sibê radestî AYM'ê bike.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parastina xwe ya pêşîn a derbarê doza girtinê de temam kir. Piştî pêvajoya 3 mehan Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, parastina xwe ya pêşî temam kir û li bendê ye sibê yan jî dusiba radestî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bike.    Parastina ku ji aliyê komeke ku ji 10 kesî ve hat amadekirin ji 220 rûpelan pêk tê. Di parastinê de li ser pêvajoya çareseriyê, rola HDP'ê û siyaseta demokratîk ku bi rê ve dibe hatiye rawestandin û yek bi yek bersiv angaştên dozgeriyê tê dayîn.    WÊ JI NIHA ŞÛN VE ÇI BIBE?   Piştî ku HDP parastina xwe ya derbarê esasê de radest bike, wê destpêkê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind û piştre jî bi awayekî devkî HDP'ê bêguhdarîkirin. Bi vî awayî wê angaşt û parastin bên temamkirin. AYM jî wê dosyayê bi parastinên nivîskî û devkî re ji raportor re bişîne. Piştî lêkolînên ku bike raportor jî rapora ku amade bike dê radestî serokê AYM'ê bike. Serokê Dadgehê piştî ku dîrokê diyar bike wê biryara xwe aşkera bike.