Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin 2022-04-18 16:20:00   ŞIRNEX - Parêzer Serkan Karakaş ê ku polîsek komiser bi qestî wesayîtê lê qelibandibû, ji nexewşxaneyê hat derxistin.    Polîs S.E. yê li yekîneya Xizmetên Destekê ya Midûriyeta Polîsan Şirnexê komiseriyê dike, di 10’ê nîsanê de li navenda Şirnexê bi qestî wesayîta xwe li parêzer Serkan Karakaş ê endamê Baroya Şirnexê qelibandibû. Karakaş bi giranî birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat tedawîkirin û îro ji nexweşxaneyê hat derxistin. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya wî baş e û dê tedawiya wî li malê berdewam bike.