HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye 2022-04-18 18:20:24   ENQERE - Desteya Rêvebir a HDP'ê têkildarî operasyona TSK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe ku PDK jî di nav de ye daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye. Kesên bêdeng dimînin, şirîkên vî sûcî ne."    Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li Herêma Kurdistana Federe ku PDK jî daxilî nav bûye, bi awayekî nivîskî daxuyaniyek da. Daxuyanî bi sernavê  "Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye, kesên bêdeng dimînin, şirîkên vî sûcî ne" hat belavkirin.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku desthilata AKP-MHP'ê ji bo pêşeroja xwe bi xelasê bixe, careke din Tirkiyeyê ber bi karesatekê ve dibe û xwe li polîtîkayên şer digire.    Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku di êrişên heya niha hatine kirin de sûcine mezin ên şer û yên li hemberî mirovahiyê hatine kirin û li ser mirina sivîlan, valakirin û şewitandina gundan û rûxandina ekolojiyê hat sekinandin.    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev şer şerê îqbal û bekayê yê AKP-MHP'ê ye û ev tişt hatin gotin: "AKP, hem li hundir, hem jî li derve şer gur dike, sûdê ji şer digire û qûtê xwe ji krîzên insanî digire. Ev yek bi vî şerî re careke din derket holê. Êrişa duh dest pê kir, îfşakirina dîplomasiya aştiyê ya sixte ya desthilatê ye."    Hat bilêvkirin ku yên ji bo şerê li Ûkraynayê dengê xwe bilind dikin, divê li hember vê operasyona eskerî ya li heêberî xaka Rêvebiriya Kurdistana Federe jî bêdeng nebin û berbayî lîstikên rejîma yekzilamî yên nekevin. Her wiha hat destnîşankirin ku Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe jî divê nebe parçeyek van êrişên tên wateya înkarkirina wan û daxwazên gelê kurd ên ji bo azadiyê neke qurbana hewldanên dagirkeriyê.    Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin ku têkoşîna li dijî şer bê bilindkirin û wiha hat gotin: "Tifaqa li dijî şer, tifaqa herî lezgîn û jiyanî ye û jehrkujiya faşîzmê ye. Ên doza aştiyê dikin jî divê bi qasî kesên şer dikin wêrek bin û bi dengekî bilind pêşî li ber vê karesatê bigirin."