Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê 2022-04-18 19:42:11   RIHA - Îro rihayî bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ya li ber Edliyeya Rihayê.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 406'an de didome. Îro welatiyên rihayî bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin. Welatiyan diyar kir ku malbata Şenyaşar ji bo hiqûq pêk bê nobeda edaletê li dar dixin û bang li her kesî kirin ku xwedî li têkoşîna malbata Şenyaşarê derkevin.