Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn 2022-04-19 09:07:05 MÊRDÎN - Derket holê ku projeya rêveberiya qeyûm a Mêrdînê ku bi bihayê 7 milyon û 564 hezar lîreyan çêkiribû lê hêj ne ketî meriyetê daweşiyayî de kevirên nebaş û erzan hatine bikaranîn.  Di “Projeya Mêrdîna Biçûk” a Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmut Demîrtaş ve hatibû çêkirin de nelirêtiyeke din derket holê. “Projeya Mêrdîna Biçûk” bi bihayê 7 milyon û 564 hezar lîreyan hatiye çêkirin. Proje, di bin sîwana Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê de hatiye çêkirin ku serokê wê Cebraîl Aslan ji Mereşê ye û qeyûm Demîrtaş ew aniye Mêrdînê. Projeya behsa xeberê hêj neketiye meriyetê, ber rizînê ye.    LI ŞÛNA KEVIRÊN MÊRDÎNÊ YÊN ANTALYAYÊ BI KAR ANÎN    Ji ber kevirên di projeyê de hatine bikaranîn, kevir reş bûn û hildiweşin. Hat zanîn ku xwediyê projeye “BM Yapi Înşaat Muhendislik Sanayi Ticaret LTD. ŞTİ. Ortaklığı (Şirîkatiya Kargeha Lîmîted a Avadaniya Înşaet Endezyarî Pîşesazî Bazirganiyê ya BM) kevirên di şertnameyê de hatine diyarkirin bi kar ne anîne. Ajansa me xwe gihand şertnameya projeyê. Di şertnameya gihiştiye ber destê me de cih nedan kevirên Mêrdînê yên di avadaniyên dîrokî de tên bikaranîn. Balkêşe ku di şertnameyê de tê ferzkirin ku di projeyê de kevirê lîmra yê ji Antalya û Yozgatê tê derxistin were bikaranîn.   KEVIRÊN ERZAN Û BÊQELÎTE BI KAR ANÎN   Lê derket holê ku kevirê lîmra yê di şertnameyê de hatiye destnîşankirin jî nehatiye bikaranîn. Derket holê ku kargehê, kevirê ku li Mîdyadê tê derxistin û yê bêqelîte û erzan bi kar aniye. Rêveberiya qeyûm her çiqas pê hesiya be ku kevirê hatiye bikaranîn ne ew kevirê di şertnameyê de hatiye destnîşankirin jî, xwe li bêdengiyê da ye û giliyên têkildarî mijarê jî paşguh kirine.    NELIRÊTIYA BI SEDEHEZAR LÎREYAN   Ferqa bihayê di navbera kevirê erzan ê hatiye bikaranîn ku emrî wî kin e û zer nabe û lîmrayê de jî balê dikişîne. Mîtrokareya ku weke kevirê Mîdyadê tê destnîşankirin û hatiye bikaranîn bi 40 lîre û yê lîmrayê jî 40 dolaran e (586 TL). Tê gotin ku tenê ji ber ku kevirê di şertnameyê de nehatiye bikaranîn, bi sedhezaran lîreyan neliretî hatiye kirin.    MA / Ahmet Kanbal