Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin 2022-04-19 09:19:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di şerê li Herêma Kurdistanê de serpelê bi navê Omer Delîbaş hate kuştin. Tê diyarkirin ku di şerê hatiye destpêkirin de gelek esker hatine kuştin.  Tirkiyeyê bi alîkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) di 18’ê Nîsanê de li qadên Avaşîn-Basyan, Zap û Metîna şer da destpêkirin. Windahiyên şer ên ewil dest bi hatinê kirin. Di çarçoveya şerê hatiye destpêkirin de balafiran gelek herêm bombebaran kirin.    Di şerê ku ji hewayî û bejahiyê hatiye destpêkirin de bi hezaran leşker cih digirin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku serpelê bi navê Omer Delîbaş di şer de jiyana xwe ji dest daye. Çavkaniyên herêmî diyar dikin windahiyên leşkeran gelek zêde ne.