Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da 2022-04-19 09:41:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Lîderê Tevgera Sadr a Iraqî Muqteda Es Sadr diyar kir ku heke êrişên Tirkiyeyê yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam bike, wê bêbersiv nemînin.   Lîderê Tevgera Sadr Muqteda Es Sadr li ser êrişên nû yên Tirkiyeyê ku li Başûrê Kurdistanê dike, li ser Twitterê daxuyaniyek da.   Sadr diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina mafê serweriyê yê Iraqê ye û şermezar kir. Sadr got heke êriş dewam bikin wê bêdeng nemînin û bang li Tirkiyeyê kir ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike. Sadr her wiha anî ziman ku ew amade ne tevkariyê li çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên demokratîk û diyalogê bikin.