14 roj in di greva birçîbûnê de ne 2022-04-19 13:16:36   DÎLOK - Li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyeyê, çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî binpêkirinên mafên 4 girtiyan dest pê kiriye, di roja 14'an de berdewam dike û hat hînbûn ku hejmara girtiyên di grevê de jî derketiye 7'an.    Li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyeyê ya Dîlokê, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveveger ku li dijî binpêkirinên mafên girtiyên bi navê Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî yê ji rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye, di roja 14'an de berdewam dike. Girtiyan, da zanîn ku dema sewqî girtîgehê hatine kirin lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û bi rêya parêzerên xwe serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê dan.    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Sînan Taştekîn, îro serdana girtîgehê kir û bi girtiyan û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anî.    Taştekîn, agahî da ku hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derketiye 7'an û wiha got: "Girtî Reşît Dayan û Ûgûr Ûyar, di rja 5'an de Umît Ozen jî di roja 8'an de tevlî grevê bûne. Bi 3 girtiyên di grevê de re rû bi rû hevdîtin kir. Girtiyan got ku jimartina leşkerî ya li ser piya li wan tê ferzkirin û dema ku diçin axaftina bi telefonê bi yek rêzî tên meşandin. Tundî li girtiyan tê kirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji girtîgehên din zêdetir e. Di asta têrker de xwê, şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de. Ji ber vê grev weke "rojiya mirinê" didome. Daxwazên girtiyan zelal in. nêzikbûneke gerdûnî, adil û mirovî dixwazin. Ferzkirinên çanda qişleyê naxwazin. Îtîraza me ji vê nebaşiya ku bûye ji rêzê re heye. Divê rêxistinên maf û hiqûqê yên herêmî û navneteweyî li dijî vê deng derbixin. Heke daxwazên wan bên bersivandin wê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Divê Wezareta Edaletê û Yekitiya Baroyan ji çalakiya greva birçîbûnê ku 14 roj in didome bêdeng nemînin."   Taştekîn, da zanîn ku wê rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de amade kirine jî wê di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin.    Li aliyê din hat diyaririn ku wê Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Dîlokê jî dê serdana girtiyan û rêveberiya girtîgehê bike.