OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor 2022-04-19 15:58:29   RIHA - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’ê ya Rihayê di rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên 3 girtîgehên bajêr de, diyar kir ku girtî rastî cihekariyê tên.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê rapora têkildarî Girtîgehên Tîpên T ên Hejmarên 1 û 2 yên Rihayê û Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê amadekir aşkere kir. Rapora ku bi serlêdanên wekîl û malbatên girtiyan û bi armanca binpêkirinên mafan di cih de bimînin serdana girtîgehê hate amadekirin, binpêkirinên mafan hatin rêzkirin.    PIRSGIRÊK BERDEWAM DIKIN   OHD’ê diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê  bi 4, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê bi 7 û li Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê bi 2 girtiyan re hevdîtin hatiye kirin. OHD’ê da zanîn ku binpêkirinên mafan ên ku komeleya wan di sala 2021’an de kiribû rapor berdewam dikin û bi lêv kirin ku tecrîda li ser girtiyan a bi hinceta şewbê jî hêj berdewam dike. OHD’ê anî ziman ku di pêvajoya şewbê de derfetên ragihandinê yên girtiyan hatine bisînorkirin û ji daxwaznameyên girtiyan ên derbarê binpêkirinên girtîgehê de ji rayedarên girtîgehê re şandin tu bersiv nehatiye dayîn.    RAGIHANDIN TÊ ASTENGKIRIN   OHD’ê binpêkirinên mafan ên li her sê girtîgehan berdewam dikin wiha rêz kirin:    “*Girtiyan dan zanîn ku li girtîgehan bi rêziknameya dawî re mafên hevdîtinê yên telefonê li ser vîdeoyê hatine bikaranîn, lê belê bikaranîna vî mafî ji aliyê îdareyê ve li girtiyên li qawîşa siyasî tê astengkirin û dema hevdîtinê jî di bikaranîna mafê dîtina telefonê de ji ya girtiyên edlî kêmtir e û bi vî rengî rêveberî bi cihêkarî tevdigere.    * Her wiha hat diyarkirin ku di koxuşên wan de girtiyên pîr û nexweş ên giran hene, mafên wan ên tenduristiyê hatine binpêkirin, tedawî û sewqên wan nehatine kirin û nikarin li girtîgehê jiyana xwe bidomînin.    * Hate ragihandin ku dema ji girtîgehê çûne nexweşxaneyê di şertên xerab de ew birine nexweşxaneyê, hatin û çûyîn veguheriye êşkenceyê û ji demeke maqûl zêdetir li qawîşên karantînayê tên rawestandin.”   GIRTIYÊN NEXWEŞ Û RAPORÊN WAN ÊN ATK’Ê    Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê bi girtiyên bi navê B.Y., A.E. û Z.T. re hatiye axaftin û di raporê de hate diyar kirin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên her sê girtiyan ên cidî hene û ev tişt hate gotin: “B.Y. nexweşê KOAH’ê ye û hate dîtin ku bi zorê bêhnê distîne. Têkildarî rewşa B.Y. Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ amade kiriye. Divê bêyî ku dereng bibe B.Y. were dermankirin. Wekî din B.Y. di hevdîtinê de diyar kir ku nikare di girtîgehê de bijî lê ATK’ê derbarê wî de rapora ku dikare di girtîgehê de bimîne amade kiriye û ragihand ku gelek nexweşên giran ên weke wî hene.”   GIRTIYÊN BIYANÎ   OHD’ê di raporê de cih da hemwelatiyê sûriyeyî A.B. yê di girtîgehê de pê re hevdîtin kirin û ev tişt parve kirin: “Hate dîtin ku girtiyên hemwelatiyên Sûriyeyê ne, ji bilî pirsgirêkên giştî ji bilî ziman û hiqûqa Tirkiyeyê hîn bêhtir rastî binpêkirinan tên û hat ragihandin ku pirsgirêkên wan ên taybet hene.”   GIRTIYÊN JIN    OHD’ê destnîşan kir ku girtiyên jin ên pê re hevdîtin kirin jî gelek pirsgirêk jiyan e û jinan ragihandiye ku ji ber şert û mercan û qeyrana aboriyê zehmetiyan dikişînin.    OHD’ê herî dawî di rapora xwe de bal kişand ser Qedexekirina Cihêkarî û Binpêkirina Rêgeza Wekheviyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û ev bang kir: “Em bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê dikin ku li dijî binpêkirina mafan ên li van saziyên ceza yên girtî bikevin nava tevgerê."