Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin 2022-04-19 16:02:20 KONYA -  Di doza Komkujiya Konyayê de derket holê ku 2 deqe dîmenê roja bûyerê jê hatiye birin û dema êrişî kujer Mehmet Altûn bi kesê di wesayîtê de re ketiye têkiliyê. Hat diyarkirin ku faîlên hatine berdan delîl ji holê rakirine û polisan girtekên derew girtine.  Di 30'ê tîrmeha 2021'an de li navçeya Meram a Konyayê kujer Mehmet Altûn êrişî malbata Dedeogûllari kiribû û ji malbatê 7 kesan kuştibû. Li Konyayê, 3'yemîn danişîna doza ku li kujer Mehmet Altûn û Alî Çalik, Alî Keleş, Alî Keleş (Kurê Lutfî), Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Lutfî Keleş, Ramazan Çalik, Velî Keleş û Yahya Çalik hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê dest pê kir.    Ferdê malbata Dedeogûllari ku sax ma ye Çetîn Dedeogûllari, xizmên malbata Dedeogûllari, parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Mahmût Tûgrûl, Garo Paylan, rêveberên HDP'a Konyayê,  serokên baroyên Amed, Wan, Riha, Sêrt, Êlih, Mûşê jî di nav de gelek parêzer tev li danişînê bûn.   Gelek rojnamegeran dozê şopand.    FAÎLAN NANÎN EYWANA DANIŞÎNÊ   Kujer Altûn û bersûc Lutfî Keleş û Alî Keleş ji girtîgehên ku li girtî ne bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Bersûcên ku berdayî tên darizandin jî tevlî danişînê nebûn.    Balkêş e di têketina ku kesên beşdarî danişînê bûn û parêzer têde ketin eywana danişînê qamera hatibû bicihkirin lê di têketina ku parêzerên bersûcan têde ketin eywana danişînê qamera nehat bicihkirin.  Bi tespîtkirina nasnameyan danişînê dest pê kir. Parêzerên ku mafê axaftinê girtin bertek nîşanî bichkirina qamerayan dan. Heyeta dadgehê jî pêkanînê weke "tevdîra ewlehiyê" aşkera kir.    Piştre heyeta dadgehê ewraqên ku hatibûn xwend û li dosyayê zêde kir.    XWARZIYÊ BERSÛC XWE JI ŞAHIDIYÊ VEKIŞAND   Xwarziyê bersûc Altûn û kurê Ayşe Keleş, Mehmet Keleş (16) ji bo ku weke şahid bê guhdarîkirin li danişînê hat amadekirin. Lê Keleş got ku naxwaze şahidiyê bike û xwe ji şahiyê vekişand.   JI BO HIŞYARKIRINÊ LI KUJER GERIYANE   Kirêkarê wesayîtan Maksût Goncu ku hat tespîtkirin piştî komkujiyê bi telefonê bi kujer Altûn re axiviye weke şahid hat guhdarîkirin. Goncu, diyar kir ku ji ber kujer Altûn ji wan wesayîtê kirê kiriye wî nas dike û lê bersûcên din nas nake û wiha got: "Kurê min wesayîtê bi kirê daye. Ji aliyê emniyetê ve ji me re hat ragihandin ku wesayîta me xizeke zêde dike. Ji bo hişyarkirinê em lê geriyan. Ji bilî vê jî axaftineke me çênebûye."   'NÎŞAN HENE KU BÛYER ORGANÎZEKIRÎ YE'   Piştre Serokê Baroya Sêrtê Kenan Bîlge û Serokê Baroya Colemergê Ergun Canan ketin navberê. Bîlge, diyar kir ku nîşan hene ku bûyer bi sedemên nîjadî bi awayekî organîzekirî pêk hatiye û berpirsyariya dadgehê ye ku bi darizandineke bibandor bike. Canan jî li ser navê baroyan xwest tev li dozê bibin.    Li ser daxwaza parêzerên bersûcan û dozgeriyê, heyeta dadgehê bi hinceta ku rast e rast ji bûyerê xesar negihîştiya wan daxwaza baroyan a tevlîbûna dozê qebûl nekir.    EWRAQÊN SEXTE AMADE KIRINE!   Piştî redkirina daxwaza baroyan parêzerê malbata Dedeogûllari Atîlla Kart mafê axaftinê girt û parastin kir. Kart, destnîşan kir ku di daniîna 8'ê sibatê de piştî ku eywana danişînê terk kirine heyeta dadgehê şahidan guhdar kiriye û wê de demê hemû şahidan bersûcan parastiye û bal kişand ser daxuyaniyên binakok ên şahidan û got ku heyeta dadgehê girîngiyê nade nakokiyên şahidan. Kar, bi lêv kir ku 4 polisan ewraqên sexte amade kirine.    'BÊHNA DIJMINATIYA KURDAN JÊ TÊ'   Di berdewamê de Kart, diyar kir ku êriş bi awayekî organîzekirî pêk hatiye û axaftina "kurd bi aqiş bûne?" ya bi telefonê ku di navbera Velî û kurê wî Alî de pêk hatiye bi bîr xist û got ku bêhna dijminatiya li kurdan ji vê axaftinê tê.    DELÎLAN JI HOLÊ RAKIRINE   Kart, bi lêv kir ku wê giliya polisên ku di 12'ê gulanê de bi awayekî dijî hiqûqê raporeke ji yek rûpelî pêk tê amade kirine û peywira xwe sûîstîmal kirine bikin û ev tişt got: "Divê weke şahid bên guhdarîkirin. Di pêvajoya lêpirsînê de dertê holê ku delîlan ji holê rakirine. Peywirdarên dewletê ku kujer Mehmet pişta xwe dispêre wan kê ne? Weke konyayiyek baş dizanim ku ev di hêla siyasî û hiqûqî jî pêkan e. Di axaftinên telefonê û qeydên qamerayan de delîlan tune dikin. Tê dîtin ku 2 deqeyên roja komkujiyê di dîmen de tunene. 2 deqeyên piştî veqetîna kujer a ji mala Dedeogûllari di dîmen de tuneye."   KUJER BI KÊ RE BAZARÎ KIRIYE?   Di dawiya axaftina xwe de axaftina kujer a bi polisan re û tunekirina rapora vê hevdîtinê bi bîr xist û pirsa ku kujer bi kê re bazarî kiriye kir û xwest bê lêkolînkirin ku eleqeya kuştina ferdên malbata Dedeogûllari bi kurdbûna wan re heye ya na.    Danişîn bi âxaftinên parêzeran didome.