Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin 2022-04-19 16:24:54   ŞIRNEX - Di danişîna ewil a doza windakirina Hurmuz û Şimoni Diril ên hevjînên hev de bersûc Apro Diril ê berê hatibû berdan, dîsa hatin girtin.    Hurmuz û Şimoni Diril ên hevjînên hev di 11’ê çileya 2020’yan de li gundê Mehrê ya bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve hatibûn windakirin. Danişîna ewil a doza windakirina malbata Dîrîl ku Apro Diril wek bersûc tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ya 1’emîn hat lidarxistin.    Zarokên malbatê, parêzerên malbatê li eywana danişînê amade bûn. Bersûc Apro Diril jî ji Edliyeya Qilebanê bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn.    Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş û gelek parêzer kes dozê şopandin.    POLÎSAN NÛÇEGIHANÊ ME ASTENG KIR    Polîsan ji nûçegihanê me re astengî derxist ku dozê bişopîne lê destûra nûçegihanên medya alîgir dan.    XWESTIN APRO BÊ GIRTIN    Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Apro Diril îfadeya xwe da. Diril îdiayên li ser xwe red kir. Cemîle Kas a ku dayik û bavê wê hatin windakirin axivî û xwest bersûc Apro Diril bê cezakirin.    Eleonora Diril jî xwest anî ziman ku dayik û bavê wê her tim gotine Apro gef li wan dixwe û xwest Apro were girtin. Emîne Diril jî anî ziman ku ew dixwazin faîl bên cezakirin.    Şahidên bûyerê jî axivîn û diyar kirin ku Hurmuz ji wan re gotiye ku Apro her tim gefa kuştinê li wan dixwe.    BIRYARA GIRTINÊ HAT DAYÎN    Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku Apro Diril bê girtin û ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyêde danişînê taloqî 16’ê hezîranê kir.