ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir 2022-04-19 17:10:17 AMED - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirina mafên jinan a sala 2021'an bi daxuyaniyekê aşkere kir. ÎHD’ê da zanîn ku sedema hemû pirsgirêkan, nêzikatiya dewletê ya “ewlehî û parastinê” ye û wiha got: “Ev nêzîkatî jî xetereyê li ser mafên mirovan çê dike.” Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinan ên li bajarên bakurê Kurdistanê yên di sala 2021'an de hatine kirin bi daxuyaniyekê aşkere kir. Daxuyanî ji hêla Seroka Komîsyona Jinan Ezgî Sila Demîr ve hate xwendin. Bîlançoya binpêkirina mafan jî ji hêla Endama Komîsyona Hiqûqê Derya Yildirim ve hatin xwendin. Di daxuyaniyê de gelek endamên komîsyonê jî amade bûn. DARAZA HÊDÎ Û DIRÊJ Ezgî Sila Demîr bi betalkirina Peymana Stenbolê re pêşî li binpêkirina mafan hatiye vekirin û wiha got: “Faîlên bûyeran gefan li jinan dixwin. Anku faîl dibêjin; ‘Êdî dewlet jî te naparêze û cihekî tu biçî tune ye.’ Li gor zagona bi hejmar 6284, ji bo parastina jinan hewcehî bi delîlên şênber nîne. Gotinên jinê esas tên girtin. Tevî vê yekê jî lêpirsîn bi rêk û pêk nayên kirin, pêvajoya darazê hêdî dimeşînin û gelek dirêj dibin.” SERLÊDANÊN ÎHD'Ê ZÊDE BÛN Demîr da zanîn ku li gorî salên bere, di sala 2021'an de hejmareke zêde ya jinan serî li alîkariya madî, hewandin, xwarin û hwd. dane. Demîr, diyar kir ku li gorî Rapora ÎSÎG’ê, di qada aboriyê de jin herî zêde hewceyî parastinê ne û wek vebijêrkekî duyemîn tên dîtin. Bi domdarî Demîr bal kişand ser polîtîkayên şer û wiha pê de çû: “Li seranserî cîhanê şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 6 caran hat qedexekirin, Emîne Şenyaşar hat derpkirin û derbarê wê de lêpirsîn hat vekirin. Li Sûriyeyê jin, zarok, endamên LGBT+ ê rastî cihêkariyê, revandin, îstîsmara cînsî û fihûşê tên.” POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ Di berdewamê de Demîr anî ziman ku hêzên ewlekariyê gelek jin kuştine lê bi necezakirinê tên xelatkirin û wiha pê de çû: “Aqûbeta Gulistan Doku nayê zanîn, kujerê Helîn Hasret Şen li ser karê xwe ye, Mûsa Orhan nehat girtin. Ev hemû jî encama necezakirinê ye.” Demîr pêşniyarên Komîsyona Jinan jî wiha rêz kirin: “* Divê hemû siyasetmedar bi berpirsyarî tevbigerin û ji bo pêşîlêgirtina tundiyê bergiriyan nîqaş bikin. * Divê gotina kînê bi kesên ku têkoşîna mafên mirovan dimeşînin re bê nîqaşkirin û çareserkirin. * Divê hemû cureyên neheqî û tundiyê yên li ser girtîgehan bi dawî bibin mafên girtiyan ên jiyan, tenduristî, paqijî û parastinê bên mîsogerkirin. * Divê ji jin, penaber û yên rewşa wan nebaş re qada îstîhdamkirin bê vekirin û divê derfet bên amadekirin ku jin bikarin debara xwe bikin.” Piştî Demîr, Endama Komîsyona Hiqûqê Derya Yildirim bîlançoya binpêkirina mafan parve kir. Daneyên binpêkirina mafan û hejmara kesên rastî binpêkirina mafan wiha ne: “KUŞTINÊN BIGUMAN Û XWEKUŞTIN * Ji şer (ji herdu alî) 38 mirin * Xwekuştin: 21 mirin, 10 hewl dan * Tundiya malê: 19 birîndar, 32 kuştin û 3 êrişên zayendî * Di nava civakê de: 19 birîndar, 10 kuştin, 18 êrişên zayendî, 15 jin neçarî fihûşê kirin. QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ * Îşkenceya derveyî cihên binçavkirinê û muameleya xirab: 26 * Di girtîgehê de îşkence: 9 * Revandin û teklîfa sîxurtiyê: 5 * Kesên gef lê hatine xwarin: 2 * Binçavkirin: 141 * Girtin: 48 * Hefsa malê: 1 * Serdegirtina malan: 133 * Qedexeya mafê parastina zimanê zikmakî: 1 * Lêpirsînên ji ber parvekirina fikren xwe: Derheqê 29 kesan de 13 lêpirsîn hatin vekirin. LI DIJÎ MAFÊ ÇALAKIYAN Hejmara kesên ji ber fikra xwe parve kirine doz lê hatiye vekirin 24, hejmara dozên wan 9, hejmara kesên ji ber ku fikra xwe parve kirine 32 dosyayên ku li wan hatine vekirin 31, 2 partî û komeleyek rastî serdagirtin û êrişan hat, 6 çalakî rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatin, 15 çalakî hatin taloqkirin/qedexekirin. LI GIRTÎGEHÊ 6 girtî hatin sewqkirin, carekî mafê tenduristiyê hate binpêkirin, 29 lêpirsîn hatin vekirin, 9 cezayên disiplînê hatin dayîn û 9 binpêkirina din ên mafan hatin kirin. ABORÎ * 6 kes ji kar hat derxistin û 5 kes jî hatin îxrackirin. * Mafê kesekê yê mulkiyetê hat binpêkirin. * Bi giştî 863 binpêkirina mafan pêk hatin.”