Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin 2022-04-19 21:00:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Sînûnê ya Şengalê nerazîbûna xwe ya li dijî êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê nîşan dan û gotin, dê heya dawiyê li ber xwe bidin.   Welatiyên Şengalê li hemberî êrişên artêşa hikûmeta Iraqê ji duh ve li ser pêyan e. Tevî hemû astengiyên artêşa Iraqê jî, welatiyên Şengalê xwe gihandin navenda asayişa xwe û piştgirî dan asayişê. Welatiyên ku li Asayişa Êzidxan a Sinûnê daxuyanî dan, destnîşan kirin ku dê heya dawiyê li hemberî êrişan bitêkoşin.   Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew civaka êzidî dê heya dawiyê ji bo parastina deskeftiyên xwe û zarokên xwe bitêkoşin û wiha hat gotin: “Em îro li gel asayişa xwe amade bûn. Hikûmeta Kazimî dixwaze ku em deskeftiyên xwe yên ku me bi xwîna şehîdên xwe ava kirine bi hêsanî li cih bihêlin û koletiyê bipejirînin, lê em dayikên Şengalê, em gelê Şengalê em ê heya dawiyê biêtkoşin. Em ê mafên xwe biparêzin û ji bo avakirina Şengalek xweser çi ji destê me bê em ê bikin.”   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Eger em niha tevahî xalên xwe yên asayiş û hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ’ê jî bidin, hêzên artêşa Kazimî cardin wê me neparêze. Heta yek ji me hebe emê  piştevaniya zarokên xwe bikin, em ê  zarokên xwe, çiya, bawerî û çanda xwe biparêzin. Kî dibe bila bibe ger hêzek were û bixwaze civaka me belav bike, bixwaze bawerî û çanda me tune bike em ê heya dawiyê xwe biparêzin û bitêkoşin. Em jinên Şengalê, em gelê Şengalê em ê nehêlin tu hêz êrişê bibe ser zarokên me, emê heya dawiyê li dijî xiyanet û lîstokên wan ên qirêj şer bikin.”