Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye 2022-04-20 09:00:52 AMED - Girtiyê nexweş Siddik Guler 82 salî ye û tenduristiya wî her ku diçe xirabtir dibe. Hevjîna Guler, Hesîme Guler bertek nîşanî neberdana wî da û wiha got: “Ji bo min her roj mirin e û çavê min her tim li rê ye.’ Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) niha di girtîgehan de 605 jê giran, bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan rewşa 38 girtiyan xetereye lewma ji bo ku demildest bên berdan bangewazî tên kirin. Yek ji van girtiyan jî Siddik Guler (83) e. Guler, di lîsteya girtiyên nexweş ên giran de cih digire. Ji ber sedemên siyasî, cezayê muebbetê lê hatiye birîn û 27 sal in di girtîgehê de ye. Nexweşiyên Guler ên hîpertansiyon, dil û bayê hene û rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe.   BÊ DELÎL SÛCDAR DIKIN   Di sala 1994’an de li gundê Kerha yê Bismil a Amedê di navbera leşker û gerîlayên PKK’ê de şer diqewime. Piştre jî leşkeran bi ser mala Guler de girtin û Siddik Guler binçav kirin. Di serdegirtinê de leşkeran dest danîn ser çeka Guler û ev çek weke “delîla sûc” nîşan dan. Li gel ku delîlek nebû jî, dadgeh îdia dike ku Guler ketiye şer. Guler, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û 36 sal ceza lê hate birîn. Çendek sal piştre hate berdan lê paşê dîsa tê girtin. Guler, bi giştî 27 sal in di girtigehê de ye. Di vê pêvajoyê de Guler li gelek girtîgehan ma û herî dawî bi sedema tedawiyê veguhestin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê. Têkildarî rewşa Guler, hevjîna wî Hasîne Guler (73) bi ajansa me re axivî.    ‘ÇAVÊ MIN HER TIM LI RÊ YE’   Hasîne Guler (73) ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku nayên berdan, li Amedê beşdarî Nobeta Edaletê bûye. Guler, li aliyekî li benda hevjînê xwe yê 27 sal in girtî û li hêla din jî li çavrêya berdana kurê xwe Habîb Guler e. Kurê wê Habîb, di sala 2000’î de di şerekî li navçeya Heskîf a Êlihê de birîndar dibe û tê girtin. Li kurê wê 22 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Çavê Hesîne Guler her tim li rêya berdana hevjîn û kurê wê ye. Guler, anî ziman ku ji ber nexweşiyên xwe êdî nikare here hevdîtînan û wiha got: “Bi salan e çavê min li rêya berdana wan e. Kurê min jî hevjînê min jî li cihên dûr in lewma nikarim biçim serdana wan. Ev yek jî dile min dişewitîne. Ji bo min her roj mirin e û êş e.”   JIYANA WÎ BI SIRGUNAN DERBAS BÛ   Bi domdarî Guler da zanîn ku hevjînê wê li girtigehên Yozgat, Aydin, Mîdyat, Sêrt, Amed, Dîlok û Îskenderûnê ma ye û wiha domand: “Herî dawî jî birin Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê. Ji bo ku were Amedê me bi dehan daxwazname dan. Lê nehatin qebûlkirin. Hêrî dawî li Girtîgeha Îskenderûnê jê re gotine; ‘em ê te bibin Amedê.’Ji ber vê yeke kinc û her tiştên xwe ji hevalên xwe re hiştiye. Bi xwe re tu tiştek nebiriye. Bi wê kalbûnê xwe û rewşa xwe ya nexweş, 2 rojan di rê de ma. Bêyî ku agahiyekî bidin me û daxwazeke wî çêbibe, dibin Girtigehê Tîpa R a Menemen a Îzmîrê.”   Guler, diyar kir ku herî dawî di 6 nîsana 2022’yan de kurê wê Sadûn li Girtîgeha Menemenê bi bavê xwe re hevdîtin kiriye û wiha qala hevdîtinê kir: “Siddik, bi 3 kesan re li qawîşekî di karantînayê de ye. Kurê min got ku bavê wî tiştan bîr dike, wexta xeber dide disekine û ji bîr ve diçe. Rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe. Bi koronayê ket vê jî bandoreke mezin li ser hişê wî kir. Dema li me digere qala tiştekî dike û piştre jinişkan ve ji bîr dike. Nikare qise jî bike.”    ‘ÊDÎ BILA JI GIRTÎGEHAN CENAZE DERNEKEVIN’   Di berdewamê de Guler daxuyand ku li Tirkiyeyê mirin û îşkence kirine para kurdan û wiha pê de çû: “Em kurd in û ew li ser erdê bav û kalên me ne. Em her tim dimirin, her tim di bin îşkenceyê û di girtigehê de ne. Em tenê mafên xwe dixwazin. Tevî her tiştekî jî em aştî, wekhevî û biratiyê dixwazin.”    Guler, got ku ji ber emeliyata çavê xwe heta demekî nekarî beşdarî Nobeta Edaletê bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Vaye me 5 meh li pey xwe hiştin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û înfazên wan neyên şewitandin. Em dixwazin nexweşên xwe li mala xwe derman bikin. Rewşa girtiyan her ku diçe xerabtir dibe. Cihê nexweşan girtigeh nîne. Bi hezaran kesên weke Siddik hene ku nikarin pêdiviyê xwe bi xwe pêk bînin û li qawîşên karantînayê bi tena serê xwe dimînin. Em dixwazin ku êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin.”