Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye 2022-04-20 10:07:44 MÊRSÎN - Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle bertek nîşanî êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê da û got: “Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye.”  Siyasetmedarê kurd ê xwedî tecrûbe Hatîp Dîcle ji ajansa me re axivî û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin nirxand.    ‘BERDEWAMIYA PLANA TÊKBIRINÊ YE’    Dîcle anî ziman ku îktidarê piştî ku maseya hevdîtinê ya li Îmraliyê qeliband li dijî kurdan “plana têkbirînê” xist dewrê û 7 sal in didome û dixwazin bi vê “plana têkbirinê” tevahiya kurdan û Kurdistanê tune bikin. Dîcle diyar kir ku dewletê xwest li dijî kurdan hem qirkirina fizîkî hem jî qirkirina çandî bide destpêkirin û got: “Lewma ket vê rêyê. Ev tam bû 7 sal. Di van 7 salan de li hemû parçeyên Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê hat kirin. Vaye konsepta îro em pê re rûbirû mane berdewamiya wê plana têkbirinê bû û îro xistiye dewrê.”    ‘DIYAR E KU AMERÎKA KONSEPTÊ ERÊ KIRIYE’    Dîcle da zanîn ku bi vê “plana têkbirînê” ku li dijî kurdan xistine dewrê heta niha tiştek bi dest nexistiye û ew hêza ku vê planê xistin dewrê bi xwe hatine ber têkbirinê. Dîcle êrişên li ser gelê kurd wek konseptekê nirxand û wiha got: “Binêrin hem li Bakur, hem li Başûr, hem li Rojava hem li Şengalê û belkî jî di rojên pêş de li Mexmûrê yanî li tevahiya Kurdistanê destkeftiyên kurdan xistine bin êrişên giran. Ev konsepta êrişan a li dijî parçeyên Kurdistanê hatiye destpêkirin, diyar e ku bi erêkirina Amerîkayê pêk hatiye. Çimkî dewleta tirk bi tena serê xwe nikare konseptek wiha berfireh bi rê ve bibe. Her wiha cihgirtina PDK’ê ya div ê xiyanetê de jî vê yekê dide nîşandan.”    ‘HEM TIRKIYE HEM JÎ PDK LI BER TÊKÇÛNÊ YE’    Dîcle derbarê vî şerê dawî ku PDK û AKP bi hev re tevdigere de axivî û wiha domand: “Niha hem Tirkiye hem jî PDK li ber têkçûnê ye. Divê mirov vê bihevrebûna wan wek piştevaniya du dizan bibîne. Lê belê her du jî dixwazin bi vê hevgirtina sextekar pêşî li rewşa ku ketinê û têkçûna xwe bigirin. Lê belê tişta kut ê xuyakirin dê her du hêz jî bi hev re têk biçin.”    ‘TIRKIYE DIXWAZE SIYASETA LI ROJAVA LI BAŞÛR JÎ BIXE DEWRÊ’    Dîcle daxuyaniya “Xeletiya me li Bakurê Iraq kir, em ê li Sûriyê nekin” a Serokkomarê AKP’yî Erdogan bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Di qonaxa em gihîştinê de Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin deverên diyar îlheq kiriye. Vê polîtîkaya Tirkeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di heman demê de ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbasdar e. A rast hevdîtina Mesrûr Barzanî ya li gel Erdogan diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê bi heman awayî didome. Dema meriv li wêneyê Erdogan û Mesrûr dinêre, Erdogan eşkere ji PDK’ê re dibêje ‘ez we wek siyasî nas nakim’. Divê PDK vê yekê bibîne.  Divê hesabê vê yekê bidin gelê kurd. Çimkî rewşa ku PDK’ê ketiye navê heqaretek mezin e li hemberî gelê kurd.”    ‘STATÛYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI XETEREYÊ DE YE’    Dîcle nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Di vî warî de statûya Başûrê Kurdistanê bi xetereyekê re rûbirû ye. Teqez armanc ew e ku dewleta tirk tevahiya Kurdistanê îlheq bike û dixwaze li dijî kurdan hem di warê fizîkî de hem jî di warê çandî de bi qirkirinê re rûbirû bihêle. Tirkiye naxwaze gelê kurd di vê sedsalê de bibe xwedî statû. Dixwaze pêşî li kurdan bigire. Dewleta tirk statûya Başûrê Kurdistanê ji xwe re xetere dibîne û li hember wê wek dijminatî tevdigere. Armanca dewleta tirk a yekemîn ew e ku statûya başûr ji holê rake. Ji ber vê yekê xefleta ku PDK’ê ketiye navê, wê tenê zirarê nede PDK’ê dê xesarê bide tevahiya gelê kurd.”    ‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR RABE SER PÊYA’    Dîcle destnîşan kir ku divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî tiştên diqewimin, rewşenbîr, siyasetmedar tevahya gel di asta herî bilind de rabe ser pêya û pêwîste li dijî helwest û êrişên Tirkiyeyê rabe û got: “Divê gel piştgiriyê bide berxwedana gerîla da ku hewesa dewleta tirk di qirika wê de bimîne. Divê gelê başûr metirsiya têkbirina statûya başûr zûtir bibîne û xwedî li gerîla û statûya xwe derkeve.”    ‘ARMANC EW E KU KURDAN BÊSTATÛ BIHÊLIN’    Dîcle anî ziman ku armanca êrişên tên kirin ew e ku destkeftiyên kurdan biqedînin û di vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de kurd bêstatû bên hiştin û got: “Armanca giştî ew e ku kurd di maseya aştiyê ya di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de cih negirin û nebin xwedî statû. Di vê çarçoveyê de pêwîste hemû hêzên demokratîk, şoreşger û muxalîf ên Tirkiyê li dijî vî şerî derkevin û heke ev alî rabin ser pêya teqez dê ev faşîzm têk biçe.”   MA / Selman Guzelyuz