Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e 2022-04-20 10:44:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê YNK’ê Zîkrî Zebarî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin nirxand û got: “Ev êriş ne li dijî PKK’ê ye, êrişa li dijî nasnameya kurdan e.”    Parlamenterê Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Zîkrî Zebarî ji ajansa me re axivî û bertek nîşanî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, da. Zebarî destnîşan kir ku Tirkiye PKK’ê dike hêcet û bi vî awayî li dijî Herêma Kurdistanê êrişên dagirkeriyê daye destpêkirin.    ‘NAVÊ VAN ÊRIŞAN DAGIRKERÎ YE’    Zebarî êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Ev çend roj in Tirkiye bi çekên giran êrişî başûrê Kurdistanê dike. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamenter li dijî vê derkevin. Ev êrişên wiha berfireh ên li dijî Başûrê Kurdistanê li dijî statûya Kurdistanê ne. Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê bixe bin serweriya xwe û li dijî parçeyên din ên Kurdistanê bikar bîne.”    Zebarî anî ziman ku hevkartiya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re nayê qebûlkirin û wiha axivî: “PDK partiya herî mezin a li Başûrê Kurdistanê ye. Bi salan e dibêje ku xwedîgiravî berdevkiya kurdan dike. Heke alîkariya wê ya ji bo Tirkiyeyê berdewam bike dê di dîrokê de navê wê wek deqek reş bimîne. Tu nêzîkatiyek partiyek kurd ku alîkariyê bide dijminê gelê kurd nayê qebûlkirin. Dagirkerî û êrişa li dijî vê herêmê tê wateya dagirkirin û êrişkirina li dijî hemû kurdan. Pêwîste PDK viya ferq bike û piştevaniya xwe ya bo Tirkiyê qutbike.”    ‘DIXWAZIN STATÛYA KURDNA TUNE BIKIN’    Zebarî bi bîr xist ku Herêma Kurdistanê herêmek xweser a girêdayî dewleta Iraqê ye û wiha got: “Başûrê Kurdistanê li gorî qanûnên navdewletî welatek ku sînorên wê diyar hene û serbixwe ye. Bi salan e Tirkiye sînor û qanûnan piştguh dike û êrişên li ser Herêma Kurdistanê didomîne. Ji ber êrişên Tirkiyeyê 50 heb zêdetir gund hatin valakirin. Tirkiye dixwaze hem di warê aborî de hem jî di warê leşkerî de Başûrê Kurdistanê bixe bin serweriya xwe û kurdan û statûya wan tune bike. Pêwîste hikûmeta Herêmê li dijî vê derkeve. Lazim e hikûmeta Iraqê jî li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê derkeve.”    ‘DIVÊ GELÊ KURD DAKEVE KOLANAN’    Zebarî destnîşan kir ku divê xelkê Herêma Kurdistanê li dijî êrişan rabe ser pêya û got: “Divê xelkê me van êrişan şermezar bike. Gelê kurd divê li ber Parlamentoya Ewropayê nerazîbûn nîşan bide. Pêwîste li çar parçeyên Kurdistanê gelê me li dijî van êrişan derkeve kolanan. Ev êriş li dijî nasnameya gelê kurd tên kirin. Heke Tirkiye li başûr bigihîje armanca xwe dê vê carê berê xwe bide Rojava. Ev êriş ne li dijî PKK’ê ye li dijî nasnameya kurdan e.”