Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê 2022-04-20 10:59:35     MÊRDÎN - Fermandarê Leşkeriya Cizîrê yê berê Cemal Temîzoz jî di nav de 8 bersûc ji doza JÎTEM’a Cizîrê hatibûn beratkirin. Parêzerê malbatên mexdûr biryara beraetê bir rojeva AYM’ê û xwest biryara binpêkirinê bide.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera salên 1993-1995’an de gelek kes hatibûn revandin û windakirin. Ev welatî di serdema ku Cemal Temîzoz Fermandarê Leşkeriyê yê Cizîrê bû pêk hatin. Derbarê windakirin û qetilkirina 21 kesan de doz hatibû vekirin. Ev doz di raya giştî de wek Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê tê nasîn. Cemal Temîzoz jî di nav de 8 bersûc jê dihatin darizandin. Dadgeha xwecihî derbarê van bersûcan de biryara beraetê dabû. Dadgeha Bilind jî biryara beraetê erê kiribû. Li ser vê biryara Dadgeha Bilind bi awayek şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat xistin. Li ser navê ji muştekiyan Hediye Başak û 5 serlêdarên din parêzer Veysel Vesek bi hêcetên wek “binpêkirina mafê jiyanê” û di dosyeyê de “lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin” serî li AYM’ê da. Vesek di daxwaznameya serlêdanê de destnîşan kir kul i dijî mirovahiyê sûc hatiye kirin û ji AYM’ê xwest derbarê biryara beraetê ya bersûcan de binpêkirina mafê jiyanê bide û biryarê xera bike.