Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin 2022-04-20 11:14:15   ŞIRNEX - Dayikên Botanî ku bertek nîşanî şerê bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li Herêma Kurdistanê hate destpêkirn dan, wiha gotin: “Malbata Barzanî di nava îxanetê de ne. Bila destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin.”   Tirkiyeyê, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe şerek da destpêkirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê ku bertek nîşanî vî şerî dan bang li PDK’ê kirin û gotin: “Ji îxanetê vegere.”     ‘BARZANÎ PAŞÊROJA XWE JI BÎR KIR’   Yek ji dayikan Nûriye Admiş a bertek nîşanî, şerê Tirkiyeyê yê bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin da wiha got: “Malbata Barzanî nabîne ku bi destên xwe çi bi serê kurdan tîne? Divê Mesût Barzanî û Nêçîrvan Barzanî guh nedin Tirkiyeyê. Ev ji bo şermeke mezin e. Armanca Tirkiyeyê ne parastina Barzaniyan e, armanca wan ew e ku kurd şerê hev bikin. Tirkiye li dijî kurdan dijminatiyê dike.”   Admiş a komkujî û êrişên Saddam Huseyîn li ser gelê Herêma Kurdistana Federe pêk anîbûn bi bîr xistin û wiha berdewam kir: “Dema Saddam êriş kir kê Barzanî xelas kir? Wê demê jî zarokên vî gelî gihiştin hawara Barzaniyan. Barzaniyan ew roj ji bîr kirin? Tirkiye çima wê demê alîkariya Barzaniyan nekir. Wê demê dîsa xwişk û birayên Barzanî yên kurd çûn alîkariya wî. Me wê demê deriyên xwe li gelê xwe yê hatin vî alî re vekirin. Min derguşa zarokê xwe ji gelê Başûr re şand. Mirovan wê demê kolyeyên stûyên xwe, mehfûrên xwe her tişt ji wan re şandin. Ciwanên me ew tişt dixistin tûrikan di çiyayan de ji wan re dibirin. Ew roj çi zû ji bîr kirin ku îro dijminatiya xwişk û birayên xwe dikin.”   HILBIJARTINA REFERANDUMÊ BI BÎR XIST   Admiş, referanduma serxwebûnê ya di sala 2017’an de li Herêma Kurdistana Federe pêk hat bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema referanduma serxwebûnê hate kirin her kesê qebûl kir, lê tenê Tirkiyeyê qebûl nekir. Tirkiyeyê got Barzanî vê heq nakin. Ev tê bîra Barzanî? Bila destê xwe deynin ser wijdana xwe û bifikirin. Tirkiye bi destê Barzanî mala wî xera dikin, malbata Barzanî jî piştgiriyê didinê. Tirkiye weke penceşêrê ketiye nav Barzaniyan. Divê li dijî vê helwesta Barzaniyan gelê Başûr rabe ser piyan. Ev yek xiyaneta herî mezin a li Kurdan e. Bila di zûtirîn demê de ji vê îxanetê vegerin.”   ‘PDK DI NAV ÎXANETÊ DE YE’   Dayika Aştiyê Emîne Alkiş jî (60) da zanîn ku malbata Barzanî pêşengtiyê ji Tirkiyeyê dike, dixwaze herkesê bikuje û wiha got: “Em vê hewldana PDK’ê qet qebûl nakin. Ev tişta PDK dike bêbextî û îxanet e. Êdî bes e. Me zarokên xwe ji bo ku bên kuştin mezin kirin. Şev û roj çavên dayikên me bi hêsir in. Sedemê vê kî ye? Barzanî. Heke Barzanî mirov bûya ev tiştên îro diqewimîn qebûl nedikirin. Dar û xwezaya Kurdistanê talan kirin. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin.”   ‘EM FIRAVÎN BIN HÛN JÎ ŞÎV IN’   Alkiş, destnîşan kir ku malbata Barzanî girîngiyê dide eşîretvanî û axatiyê, girîngiyê nade Kurdistanê û got: “Kurdên li Iraqê wê heta kengî vê zilmê qebûl bikin. Heta ku kurd dest nedin hev û nebin yek nikarin serbikevin. Wê destê min di her du cîhanan de jî bi stûyê Barzanî ve be. Çi heqê wan li ser kurdan heye ku îxanetê dikin. Hezar salan jî hin kesên din re xizmetê bikin nayê tu wateyê. Rih dibin bihost dijmin nabe dost. Em firavîn bin hûn jî şîv in.”   ‘JI GELÊ XWE RE DIJMIN E’   Yek ji dayikan Taybet Tatli (55) jî wiha got: “Kesên dijminatiyê li gelê xwe bikin di nava îxaneta herî mezin de ne. Em vê zilmê, heqaretê û neheqiyê qebûl nakin. Em heqê xwe li wan helal nakkin. Weke dayikekê çawa dilê me dişewite bila dilê wî jî bişewite. Divê hemû dayikên leşker û polîsan destê xwe bidin hev û ji vî şerî re bêjin bes e. Bila dayikên Başûrî jî destûr nedin ku zarokên wan bi Barzanî re tevbigerin. Êdî bes e. Heke hemû dayik bibin yek wê ev şer bi bisekine. Îxaneta herî mezin Barzanî dikin. Îro dijminê kurdan yê herî mezin malbata Barzanî ye. Dema serê wan di tengasiyê de em bûn xwişk û birayên wan lê niha îxaneta herî mezin ew dikin.”   ‘EM AŞTÎ Û ARAMIYÊ DIXWAZIN’   Bahar Çan (45) jî wiha axivî: “Bila Nêçîrvan Barzanî ji navê xwe şerm bike. Destê xwe ji xwîna ciwanên kurd bikişînin. Zarokên wan nînin? Dayikên me êdî şûna hêsirên çavan xwînê dibarînin. Ji roja rêveberiya Başûr ketiye destê wan ve destê wan her tim di xwînê de ye. Divê gelê Başûr li dijî Nêçîrvan Barzanî derkeve. Divê hemû kurd li dijî vî şerî bibin yek.”   MA / Omer Akin