Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye 2022-04-20 12:58:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrê siyasî Elî Kerîmî got ku PDK xwe weke beşeke Împaratoriya Osmanî ya nû dibîne û wiha got: “Mîna qeymeqamekî diçin ber piyên siltanên xwe û jê re dibêjin; ‘fermo.’ Tirkiye dixwaze Başûr dagir bike, lewma bi malbata Barzanî re hevkariyê dike.”    Artêşa Tirkiyeyê di 18’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi êrişeke nû kir. Têkildarî mijarê çavdêrê siyasî Elî Kerîmî ji Rojnewsê re axivî û rewşa heyî nirxand. Kerîmî, da zanîn ku xewn û xeyalên Tirkiyeyê yên ji bo herêmê hene û bi êrişa dawî re jî tenê PKK û Qendîlê hedef nagire.    Elî Kerîmî, diyar kir ku heke armanca Tirkiyeyê Qendîl û PKK bûya, hewcehî bi dagirkirina rojavayê Kurdistanê nedidît û wiha domand: “Efrîn wêran kir. Dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike. Mixabin ku ji bo vê jî bi malbata Barzaniyan re hevkariyê dike. PDK tenê dijberiya PKK’ê nake, ji destpêkê ve bi awayekî vekirî xwe weke parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû dibîne. Tenê dema em li şêweyê rûniştinên Mesrûr Barzanî yên bi Erdogan û serokê MÎT’ê re dinihêrin, zimanê wan ê beden dibêje ku mîna qeymeqam an jî wezîrekî wî pê re rûniştî ye. Lê dîsa jî çend rewşenbîrên xulam vê rewşê pir asayî dibînin û diparêzin.”   ‘XELKÊ BAŞÛR NAXWAZE PDK LI DIJÎ PKK’Ê ŞER BIKE’   Bi domdarî Kerîmî anî ziman ku xelkê Başûr li dijî vê dijayetiya Barzaniyan a li hemberî PKK’ê ne û wiha pê de çû: “Bi rêya pere û wezîfeyan çendek rewşenbîr anîne cem xwe ku ji wan re daholê lê didin. Nexwe PDK’ê çi alîkarî nedayê xelkê herêmê. Xelkê Başûr naxwaze ku malbata Barzanî şerê PKK’ê bike.”   ‘GEL BI GERÎLA RE YE’   Di berdewamê de Kerîmî destnîşan kir ku Tirkiye her sal di demsala biharê de êrişî Herêma Kurdistanê dike û wiha got: “Herêmê bombebaran dike û ziyanê digihîne gund û baxçeyên welatiyan. Lê gerîla van êrişan têk dibe. Şevê din jî hêzên gerîla êrişa wan şikand. Her cara ku Tirkiye êriş dike dibîne ku xelkê herêmê piştgiriyê dide gerîla. Lewma bi rûreşî vegeriyan û tu daxuyanî nedan.”    ‘PDK XIZMETKARÊ DIJMIN E’   Kerîmî bal kişand ser dijberiya PDK’ê û ev nirxandin kir: “Hewldanên PDK’ê ne bi deste wê ye. Ji ber ku sultanê wê fermanê dide ku vî karî bike. Malbata Barzanî bi kiryarên xwe îspat kiriye ku tu dilsoziyeke wê bi xelkê Başûr re nîne. Berevajî vê, hemû hewldanên wê ji bo xizmeta siltanê xwe ye. Lewma bi lez û bez diçin Tirkiyeyê û ji sultanê xwe re dibêje; ‘fermana we çi ye?’ Ev jî nîşan dide ku PDK xizmetkarê dijmin e.”    ‘REWŞENBÎR BÛNE XIZMETKARÊN PDK’Ê’   Têkildarî helwesta rewşenbîran a li dijî PDK’ê jî Kerîmî ev nirxandin kir: “Mixabin rewşenbîrên Başûr bi erka xwe ranabin. Gelek ji wan bi pere û wezîfeya xwe mijûl in. Ezmûnên çend salên borî nîşan da ku kesên dahata neftê û navxweyî dizîn û pê bazirganiyê dikin, ev kes bi pereyan bêdeng kirine. Hinek ji wan ji bo pereyan bûne xizmetkarên PDK’ê ku hinek jê dijberên malbata Barzanî bûn. Divê ev kes baş bizanin ku Barzanî, tên wateya xwelîseriya kurdan.”   Çalakvanê siyasî Elî Kerîmî helwesta Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK tu qîme bi parlamentoyê nake. Ev sê sal in vê parlamentoyê derheqê pirsgirêkên civakê de yek civîn nekiriye. Heke li şûna serokê wê bûma dê min dev ji peywirê berdabûya. Ji ber ku heqaretê lê dikin. Saziyên fermî nikarin helwestekî nîşan bidin ji ber ku beşeke desthilatdariya mala Barzanî ne.”   Kerîmî herî dawî jî da zanîn ku nerazîbûna xelkê Başûr a li dijî krîza aborî, nedayîna mûçeyan û rewşa heyî zêde dibe û dibe ku di demekî nêz de pêla nerazîbûnê dakeve kolanan.