Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin 2022-04-20 14:22:33   WAN - Polîsan daxuyaniya malbatên girtiyan ku xwest di çarçoveya Nobeta Edaletê de li pêş ATK’ya Wanê bide asteng kirin. Malbatan bi çepikan dorpêça polîsan şermezar kirin.    Malbatên girtiyan ên Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin derve, xwestin li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê ku di nava kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê de ye daxuyaniyê bidin lê polîsan asteng kirin. Polîsan beriya daxuyaniyê bi polîsên hêzên çevîk û wesayitên TOMA’yan li pêş avahiya ATK’ê dorpêç kirin. Polîsan li pêş avahiya ATK’ê pêşî li koma ji Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TUHAY-DER’a Wanê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê, Şaxên OHD’ê û ÎHD’ê yên Wanê û nûnerên TÎHV’ê pêk dihat girt.    Polîsên ku qedexeya Walitiya Wanê weke hincet nîşandan, destûr neda ku kom li pêş avahiya ATK’ê daxuyaniyê bide. Piştî ku di nava polîs û komê de nêzî nîv saetê hevdîtin pêk hat, kom bi çepikan ji herêmê veqetiya. Polîsên ku nehiştin rojnamevan nêzî komê bibin, destûr neda ku dîmenan jî bigirin.