Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin 2022-04-20 15:33:16   AMED - Cîgirê Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê ji ber ku di Projeya Ahî Evren de gendeliyê kiriye, ji wezîfeyê hat girtin.    Şaredariya Navçeya Navendî ya Yenîşehîra Amedê li TOKÎ’yên Semta Seyrantepeyê li Parka Ahî Evren Mala Hanim, Mala Ciwanan, Qahweya Extiyaran, Navenda Jiyanê ya Bêasteng û gelek avahiyên din çêdike. Hat zanîn ku ev proje têk çûye. Tê gotin ji ber têkçûna vê projeyê Cîgirê Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Arîf Yildirim ku gendeliyê kiriye, ji wezîfeyê hat girtin.   Hat zanîn ku qeyûm Mûrat Beşîkçî duh êvarê li ber çavê personelên şaredariyê gotinê nexweş û biçûkxistinê ji Yildirim re kiriye.    Li aliyê din hat zanîn ku cihê wezîfeya Midûrê Avadaniyê Alaattîn Arpa û karmendê Kontrola Avadaniyê Aydin Demîrpolat jî hatiye guhertin.