KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê 2022-04-20 20:32:38     RIHA - Hevsrokên KCD û DBP'ê bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ya li ber Edliyeya Rihayê.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 408'an de didome. Îro Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, rêxistina DBP'ê ya Amed û Dîlokê û gelek welatî bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin.   Beriya fitarê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz daxwaza malbatê ya ji bo edaletê nirxand û got, ew DBP û KCD bûne mêvanê fitariya malbatê. Aydenîz bilêv kir ku Emîne Şenyaşar ji bo edaletê 408 roj in ji bo edaletê li ber edliyeyê nobedê digire û got: "Dayika Emîne ji bo edaletê li vira rûdinê. Li Edliyeyê edalet tune ye. Desthilata AKP-MHP hebûna xwe li seer tunehesibandinê ava dikin. Ger edalet ji bo dayika Emîneyê bê, dê ev ji bo tevahiya Tirkiyeyê be. Ev bûyer li nexweşxaneya Pirsûsê li ber çavê her kesî qewimî. Daxwaza dayika Emîne daxwaza me hemûyan e. Heya edalet ji bo malbata Şenyaşarê neyê, dê neyê vî welatî. Heya daxwaza dayika Emîne pêk bê em ê li cem wê bin."    Aydenîz, destnîşan kir ku dê kesên pişta xwe didin qesrê hilweşin û got, heya edalet pêk bê dê li cem malbatê bin.    Paşê Hevsrokê KCD'ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku her kes piştgiriya têkoşîna Emîne Şenyaşar dike û got: "Daxwaza kurdan a ji bo edaletê ya bi sedsalî bi berxwedana Emîne Şenyaşarê didome. Ev dîroka berxwedanê ye. Li ku derê parêzvanên mafên mirovan hebin bila piştgiriya dayika Emîne bikin. Me soz daye, heya ev edalet pêk bê dê piştgiriya me bidome.   Paşê bi azanê re bi hêviya edalet bê rojî hat şikandin.