Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband 2022-04-20 23:17:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Iraqê, têkildarî daxuyaniya Serokkomarê AKP'î Erdogan de daxuyand ku bi tu awayî piştgiriya êrişên hatine destpêkirin nakin. Erdogan gotibû, "Em vê tevgerê bi tevkariya hikûmeta Iraqê dikin."    Wezareta Karên Derve ya Iraqê têkildarî daxuyaniya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan de daxuyaniyek da. Wezaretê daxuyand ku bi tu awayî piştgiriya êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe nekirine û di tu merhaleyeke vê planê de cih negirtine.    Erdogan, di civîna koma partiya xwe de destnîşan kiribû ku malbata Barzanî û Hikûmeta Navendî ya Iraqê di operasyona eskerî ya li Herêma Kurdistana Federe de piştgiriya wan dikin û ji bo vê malavayiya her duyan kiribû.