Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê 2022-04-21 10:39:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dê ji bo siberoja Tirkiyê gelek bi xeter ve û got: “Kurd ji têkoşînek domdirêj tên. Kurd ji hemû êrişan bi serkeftî derketin.”    Rojnamevan Fehîm Işik êrişên Tirkiyeyê ku bi piştevaniya PDK’ê li ser herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tîne ji ajansa me re nirxand.    ‘KONSEPTEK NÛ DI DEWRÊ DE EY’    Işik anî ziman ku ev “operasyona” ku Hulisî Akar jê re dibêje “operasyona herî berfireh” bi piştevaniya PDK’ê pêk tê. Işik da zanîn ku bi van êrişan re konseptek nû ya êrişan li dijî kurdan di dewrê de ye. Işik diyar kir ku tevahiya muxalefetê û îktidarê yanî Tirkiye li ser xeyalên Osmantiyê li dijî kurdan bûye yek û dijminatiya xwe nîşan dide. Işik got AKP û CHP niha heman rolê pêk tînin û CHP bi AKP’ê re konseptek amade dike.    ‘TIRKIYE LI PEY XEYALÊ MISAKÎ MILLÎ YE’    Işik destnîşan kir ku Tirkiye ketiye pey xeyalên sînorên Misak-i Millî û desthilatdarî dixwaze van xeyalan bi têkbirina statûya kurdan pêk bîne. Işik da zanîn ku PDK bi Tirkiyeyê re ketiye nava têkiliyek ku xwe girêdayî wan dike û PDK li gorî xwesteka Tirkiyeyê tevdigere. Işik anî ziman ku ev şerê Tirkiyê bi piştevaniya PDK’ê dimeşîne gelê kurd bi giştî û bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê bi berxwedan û yekbûna xwe ya li dijî şer dikare rewşê berovajî bike û serkeftinê bike ya xwe.    ‘WÊ EV ŞER TIRKIYÊ BIXE XETEREYÊ’    Işik destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê ne ewlehiya herêmê û PKK ye armanca Tirkiyeyê ew e ku başûr bixe bin serweriya xwe û statûya gelê kurd têk bibe. Işik şerê niha tê meşandin wek “dagirkeriyê” pênase kir. Işik diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dê ji bo siberoja Tirkiyê gelek bi xetere ve û got: “ Erdogan û komika xwe hesabê hilbijartinê dikin. Wê ev êriş jî nikaribin berxwedana gerîlayan têk bibin. Kurd ji têkoşînek domdirêj tên. Kurd ji hemû êrişan bi serkeftî derketin. Lê ya ku bikeve xetereyê dewleta tirk e. Divê viya jî baş bê zanîn seranserî dîrokê kurdan tu carî teslîmiyetê qebûl nekiriye û kurdan ji zû ve biryara azadiyê û ku teslîm nebe girtiye.”    MA / Selman Guzelyuz