Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye 2022-04-21 11:49:11   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Li Tirkiyeyê eynika edaletê pêş Edliyeya Rihayê ye. Roj dê were hemû dozgerên ku di doza komkujiya nexweşxaneyê de îmzeyên wan hene wê li pêş daraza serbixwe hesabê bidin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 409’emîn de berdewam dike. Dayik û kur di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê. Malbatê li qada ku weke “Quncikê malbata Şenyaşar” tê binavkirin pankarta ku li ser “Du lawên min û hevjînê min li nexweşxaneyê qetil kirin! Kesek jî nehatiye girtin! Bi fermana serdestan kurê min 4 sal in di hucreyeke yek kesî de tê girtin. Ez dixwazim kurê min demildest were berdan. Ji bo malbata Şenyaşar ji bo herkesê edalet” dinivîsî bi bariyerên beton ve daliqand û dest bi nobetê kir.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li Tirkiyeyê eynika edaletê pêş Edliyeya Rihayê ye. Roj dê were hemû dozgerên ku di doza komkujiya nexweşxaneyê de îmzeyên wan hene wê li pêş daraza serbixwe hesabê bidin.”