ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt 2022-04-21 13:53:21   ÎZMÎR - ÎHD’ê da zanîn ku bi îşkence û zextê hewl tê dayîn ku penaberên efganî li welatên wan bên vegerandin û wiha got: “Ji ber zextên heyî, 3 penaberan hewl dan xwe bikujin. Ji wan penaberan yekî jiyana xwe ji dest da.”    Tirkiye hewl dide li Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê penaberên afgan bi darê zorê li welatên wan vegerîne. Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên Îzmîrê têkildarî mijarê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyaniyek da. Daxuyaniya hevpar ji hêla Nûnerê ÎHD’a Herêma Egeyê Alî Aydin ve hate xwendin.    Alî Aydin da zanîn ku her çend ku hejmareke zelal nebe jî, niha li Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê derdora 160-170 penaberên afgan hene û wiha got: “Ev kes rastî îşkence û nêzikatiya xerab hatin. Bi darê zorê hewl didin belgeya ‘vegera bi dilxwazî’ bi penaberan bidin îmzekirin. Li ser van îdiayan jî Şaxa ÎHD’a Îzmîrê di 19’ê nîsanê de çû GGM’ê. D hevdîtinê de penaberan got ku rastî nêzikatiyeke xerab hatine.”    PENABERAN HEWL DAN XWE BIKUJIN    Bi domdarî Aydin ev agahî parve kirin: “Penaberên ku nedixwestin belgeyan îmze bikin, hatin kelemçekirin û cendirmeyan bi darê zorê belge bi wan dan îmzekirin. Piştî vê hewldanê, penaber hatin tecrîdkirin û mafê wan ê telefonê hate binpêkirin. Li ser vê yeke penaberekî xwe di qata 5’an de avête xwarê. Du penaberan jî hewl dan xwe bikujin. Ji van penaberan yekî jê jiyana xwe ji dest da. Penaber, li Navendên Paşveşandinê rastî îşkence û nêzikatiya xerab tên. Ya ku li dijî penaberan tê kirin, binpêkirina peymanên navneteweyî û mafên mirovan e. Divê dev ji van binpêkirina berdin û kesên îşkence li penaberan kirin bên cezakirin.”