PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne 2022-04-21 16:03:59   NAVENDA NÛÇEYAN - PYD'ê helwestên ENKS'ê şermezar kir û diyar kir ku ew li dijî şerê Tirkiyeyê yê qirkirinê ne û şerê xiyanetê ne.     Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.    Daxuyaniya PYD'ê wiha ye:   “Li gel êrişa giştî ya hevpar a dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser gelê me û gerîlayên azadiyê, Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li şûna ku li dijî siyasetên qirkirinê derkeve, partiya me bi şewitandina nivîsgehên xwe û bi terorê tawanbar dike. Ev yek asta hevkariya wê bi dijminên gelê me re xuya dike ku êdî heman zimanê dijmin bi kar tîne û heman tevgerê nîşan dide.   ENKS'a ku heta niha li dijî dagirkeriya Tirk ku gelek herêmên Sûriyê dagir kirine, tu daxuyanî nedaye û hîna girêdayî Îtîlafê ye, gelek şerm e ku êrişî partiyeke ku şoreşekê bi rê ve dibe û bi hezaran şehîd dane, bike.   Li şûna ku sekreteriya giştî ya ENKS'ê ragihîne ku piştigiriya siyasetên dijminane yên li dijî gelê Kurd dike, diviyabû li rex gelê xwe bisekine û bertekên nîştimanî nîşan bide. Bang li PDK'ê bike ku dev ji lihevkirina xwe ya bi dewleta Tirk re berde.   ÊRIŞ LI DIJÎ HEBÛN Û NASNAMEYA ME YE   Ev êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê êrişên li dijî hebûn û nasnameya me ye, divê em bi vîneke ji pola li hember van êrişan bidin nîşandan. Em bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê dikin ku helwesteke cidî li hember kesên bi çarenûs û pêşeroja gelê me dilîzIN û bazaran dike nîşan bidin.   EM Ê PIŞTGIRIYA GERÎLA BIKIN   Em ajantiyê û hevkariyê red dikin û helwestên şermok ên ENKS'ê şermezar dikin. Careke din destnîşan dikin ku çawa gerîla piştgiriya gelê me yê li Kobanê, Hewlêr, Kerkûk, Mehabad û Amedê kir, em ê jî piştgiriya berxwedana wan a destanî bikin.   Îro roja parastina rûmet û hebûnê ye. Divê gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê li rex şervanên azadiyê li hember siyasetên xiyanet û qirkirinê bisekinin.”