Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e 2022-04-22 09:00:45 AMED - Şeniyên Amedê destnîşan kirin ku sedemê qeyrana aborî israra desthilata AKP-MHP’ê ya di şer de ye û wiha gotin: “AKP, pereyê gel dide çek û bombeyan û çiyayan pê bombebaran dike.” Qeyrana aborî ya Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe û bedêla vê qeyranê jî kedkar û xelkê xizan dide. Polîtîkayên aboriyê yên nû yên AKP’ê dike ku xelk roj bi roj xizantir bibe. Israra desthilatdariya AKP-MHP’ê ya di şer de rê li ber kûrbûna krîza aborî vedike. Şêniyên navçeya Rezan a Amedê têkildarî qeyrana aborî bi ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku sedema kûrbûna krîza aborî, polîtîkaya şer a AKP-MHP’ê ye.  Ji welatiyan Nîmet Îpek destnîşan kir ku AKP’î bi kêf û xweşî jiyana xwe didomînin û wiha got: “Haya AKP’ê ji gelê feqîr tune ye. Nêzî 400 parastvan dayîne pey xwe. Li Amedê heya niha bi sedan karmendan îflas kir. Yên îflas nekirin jî ji bo banqe û selefxwiran deyndar bûne. Xelk, bi faîza ji sedî 25 ji banqeyê krediyan dikişine û kirêyên xwe wisa dide.”    ‘SEDEM, SEROKKOMARÊ TIRKIYEYÊ YE’   Têkildarî mijarê Hatîce Akbudak jî anî ziman ku sedema qeyrana aborî neçareserkirina pisgirêka kurd e û wiha domand: “Neçareserkirina pirsgirêka kurd, bandoreke giran li qeyrana aborî dike. Sedema hemû qeyranan, AKP ye. Em nikarin ji bo mala xwe tiştekî bikirin. Bi saetan e diğerim lê nikarim tiştekî bikirim. Pere tune ye û her tişt biha ye. Sedema qeyranê serokkomarê Tirkiyeyê ye. Em nizanin êdî ev desthilatî ji gel çi dixwaze? Dixwaze me ji birçan bikuje.”   ‘ISRARA DI ŞER DE REWŞÊ HÊJ XIRABTIR DIKE’   Karmendê bi navê Sedat Yilmaz jî got ku di emrê xwe de tu carî bihabûneke wiha nedîtiye û ev tişt anî ziman: “Em êvarê tiştên xwe dikirin û rojek piştre heman tişt du qat girantir dibe. Ji xwe kar jî tune ye. Ev nêzî 40 sal in dixebitim. Lê min di emrê xwe de tu carî bihabûneke wiha nedîtiye. Sedema vê krîzê jî serokomar û desthilatdariya AKP’ê ye. Heke ew biryara bihabûnê nedin, tu tişt ji ber xwe ve biha nabe. Sedema bingehîn a krîza aboriyê, şer e. Bi pereyên gel çek û bombeyan dikirin û li çiyayan dibarînin. Heke ev israra di şer de bidome, dê rewş hêj xerabtir bibe.”   BANDORA PIRSGIRÊKA KURD   Derheqê mijarê jina bi navê Zeynep ku nexwest paşnavê xwe bide jî nêrînên xwe wiha parve kir: “Rewşa xelkê berçav e. Em nikarin tu tiştekî bikirin. Çi xwendî çi jî nexwendî hemû zarokên me li malê rûdinin. Ji ber ku kar tune ye. Tişên ku par bi 10 TL’an îsal bûne 30 TL. Haya AKP’ê ji gel nîne. Bila êdî li gel vegerin. Lê sedema van krîzan tevan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ziman û hebûna me qedexe kirine. Heke ev pirsgirêk çareser bibe, dê rewşa aborî jî baş bibe.”    ‘AKP EV 20 SAL IN GEL DIXAPÎNE’   Ji amediyan esnafê bi navê Abdurahman Bayram daxuyand ku kirasên bi 50 TL’an difirot niha bi 150 TL’an difiroşin û wiha bertek nîşan da: “Kesê ku heta êvarê bo 100 lîreyan dixebite û 10 kes li mala wê dijîn dê wî kirasî çawa bikire. Hemû polîtîkayên AKP’ê xeletin. Tenê bo xwe û derdora xwe dixebite. Ji bilî wan kesek bi xema wan nîne. Mazot ji 6 lîreyan derket 23 lîreyan. Tenekeyê rûn derketiye 700 lîreyan. Heta êvarê li dikanê rûniştîme û nikarim debara xwe bikim. 7 kes li malê ne û mehê 5 hezar lîreyan kirê didim. Ka ez çi bikim? Erdogan piyekî xwe avêtiye ser yê din ma dê çi bi xema wî be. Ser re dibêje rewşa aborî baş e. Lê AKP ev 20 sal in xelkê dixapîne. Divê ev desthilatdarî biguhere.”   ‘ÇI XÊRA ŞER BO KESEKÎ NÎNE’   Jina bi navê Sultan Onemlî jî da zanîn ku xelk êdî ji rewşa heyî westiya ye û ev tişt anî ziman: “Serokkomar karên xelet dike. Heta niha çi kiribe tenê bo xwe kiriye. Heke desthilatdariyê dest bi şer nekiribûya, îro rewşa gel ev nedibû. Bi pereyên gel çek û bombeyan dikire û pê şer dike. Çi xêra vî şerî bo kesekî nîne. Heke bixwazin dikarin çareseriyekî peyda bikin lê naxwazin.”   ‘PISGIRÊK, TUNEHESIBANDINA KURDAN E’    Welatiyê bi navê Ferît Zumrut (80) jî diyar kir ku desthilatiya AKP’ê zilmê li gel dike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev bihabûn û nerehetî tevek jî zilm in. Ev pisgirêk hemû jî girêdayî AKP û dewletê ye. Sedemê van qeyranan jî, tunehesabandina gelê kurd û terorîstdîtina gel e. Heta ev rêveberî nece, tiştek erzan nabe. Carnan îkramiyeya cejnan didan me lê êdî wê jî nadin.”