Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin 2022-04-22 09:03:44 AMED - Ji ber gotina "Em ê gotinên wî hemûyan lê vedigerînin" derbarê Serokwekîla Koma Meclîsê ya HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel de doz hat vekirin.  Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef giurtibû. Serokwekîla Koma Meclîsê ya HDP'ê ya wê demê Çaglar Demîrel jî bi gotina "Em gotinên wî hemûyan lê vedigerînin" bersiva Erdogan dabû. Ji ber vê gotinê bi "heqareta li serokkomar" doz li Demîrel hat vekirin.    Konfederasyona Senîdkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 29'ê Gulana 2016'an de li Qada Îstasyonê mîtîngek li dar xistibû. Demîrel jî tevli vê mîtîngê bûbû û di axaftina xwe de bersiva gotinên Erdogan ên di mîtînga xw eya Amedê de gotibûn û HDP'ê hedef girtibûn dabû. Demîrel di axaftina xwe de gotibû "Em gotinên wî lê vedigerînin." Her wiha Demîrel di 1'ê Tîrmeha 2017'an de di çalakiya nobedê de ya li Parka Rojavayê li dijî operasyonan hatibû destpêkirin de jî polîtîkayên hundurîn û derve yê AKP'ê rexne kiribûn û gotibû, "Qesr, xwe davêje dexlê Îsraîl Û Rûsyayê, çok şikandiye." Ji ber van gotinan derbarê Demîrel de bi "heqareta li serokkomar" îdianame hat amadekirin.    Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku bi van gotinan şeref û heysiyeta serokkomar hatiye rencidekirin.    Dozger di îdianameyê de xwestiye li got xala 299'an a Qanûna Ceza ya Tirk heya 3 salan ceza li Demîrelê bê birîn. Lê gotiye, ji ber ku "sûcê" bi "heqareta li dozger" gelek caran hatiye kirin, lewma divê ceza bê zêdekirin.    Dadgeha Ceza ya Asliye ya 5'an a Amedê jî îdianame qebûl kir. Danişîna ewil dê di 28'ê Hezîranê de bê lidarxistin.