Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin 2022-04-22 15:33:11 AMED - Rêxistinên sivîl ên Amedê bi daxuyaniyek hevpar xwestin tavilê dest ji îşkence û muameleya xerab a li girtîgehan bê berdan.  Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê têkildarî binpêkirnên mafan ê nli girtîgehan daxuyaniyek hevpar li ber Edliyeya Amedê dan. Nûnerên OHD, Dayikên Aştiyê, Baroya Amedê, TMMOB, KESK, TÎHV, Odeya Bijîşkan, Komleya Rosa ya Jinan, DÎSK û ÎHD’ê tevli daxuyaniyê bûn.    Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Em ji borûmeta mirovan jiyanê diparêzin” xwend û destnîşan kir ku her roja ku diçe hejmara girtiyan li Tirkiyeyê zêdetir dibe û ev yek jî dibe sedema binpêkirinên mafan û îktidara siyasî girtîgehan kiriye navendên ragirtina kurdan û muxalîfan.    ‘DIVÊ ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB BI DAWÎ BIBE’    Zeytûn anî ziman ku îşkence, muameleya xerab û sepanên dijmirovan tenê li ser girtiyên polîtîk e di heman demê de li hemberî hemû girtiyên ku şikandina rûmeta mirovahiyê qebûl nakin pêk tê. Zeytûn da zanîn ku divê her kesê ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin bi awayek standardên hiqûqî û navnetewî de rêz ji wan re bê girtin. Zeytun got zext, îşkence, muameleya xerab û her cûre binpêkirinên mafên girtiyan nayê qebûlkirin. Zeytûn diyar kir ku kes nikare li hemberî girtiyan îşkence û muameleya xerab pêk bîne. Zeytûn diyar kir ku îşkence û binpêkirinên mafan ên  li Girtîgeha Sîlîvriyê û kuştina Ferhan Yilmaz hemû rewşê raxist ber çavan û xwest tavilê dest ji îşkence, muameleya xerab û binpêkirina mafên girtiyan bê berdan. Zeytûn da zanîn ku ew dixwazin derbarê bûyerên tên qewimandin de lêpirsîn bê destpêkirin.