Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin 2022-04-22 15:45:53   AGIRÎ - Serdegirtina HDP'a Navçeya Bazîdê û binçavkirina 3 kesan hat şermezarkirin.    Di saetên serê sibehê de polisan li navçeya Bazîd a Agiriyê, bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de polisan Hevseroka HDP'a Bazîdê Gonul Ozturk, Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdûllah Ekelîk û rêveberê berê yê HDP'ê yê navçeyê Bahattîn Ozturk binçav kirin. Piştî serdegirtina malan û binçavkirina polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Navçeyê de jî girt û lê bi saetan lêgerîn pêk anîn.    Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê li ber avahiyê daxuyaniyek da. Parlamenterê HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku wê operasyonên qirkirina siyasî pêşî li têkçûna AKP'ê negire. Taşdemîr, da zanîn ku ew operasyonên qirkirina siyasî baş dizanin û ev tişt got: "Bi windakirina xwe re desthilata AKP'ê êrişên xwe zêdetir dike. AKP'a ku siyaseta wê ya qirêj derketiye holê êrişî me dike. Wê tu zext û zordarî bi me paşde gav nede avêtin. Di her şertî de em ê li dijî faşîzma AKP'ê têbikoşin. Bi operasyonan nikarin ser îsot û firîngiyên tên firotin bigirin. Em ê bi berxwedana xwe vê desthilata zordar bavêjin sepete çopê."    Piştî daxuyaniyê girseyê dûrişm berz kirin û serdegirtinê şermezar kir.