Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin 2022-04-22 16:32:08   ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 51’emîn de berdewam dike. Nobedê îro li Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe di Winda Kirine ya Anadoluyê (ANYAKAY-DER) didome. Rêveberên HDP’ê serdana malbatan kirin.    Hevseroka Rêxistna HDP’ê ya Navçeya Alîaga ya Îzmîrê Gul Ekîncî di serdanê de axivî û diyar kir ku l girtîgehan tecrîd li ser tecrîdê berdewam dike û ji ber polîtîkaya zîhniyeta AKP-MHP’ê li girtîgehan îşkence û kuştin didome.    Pişt re Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Tevfîk Kaçar axivî û destnîşan kir ku ew li ba malbatên girtiyan cih digirin û xwest girtiyên nexweş tavilê werin berdan.