Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin 2022-04-22 18:04:07   ŞIRNEX - Cenazeyê Berîvan Alturk ku Metîn Şengil ew qetil kiribû, hat veşartin.    Li navçeya Qileban a Şirnexê Berîvan (Mîhrîban) Alturk (31) ji aliyê Metîn Şengîl ê ku Alturk dev jê berdabû hatibû qetilkirin. Cenazeyê Alturkê piştî karê otopsiyê yê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ber bi Qilebanê ve hat şandin.    Jinan cenazeyê Alturkê li navenda navçeyê dan ser milên xwe û heya goristanê birin. Cenaze bi beşdarbûna bi sedan kesî hat veşartin.