Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê 2022-04-22 20:29:56   RIHA - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, xwendekarên zanîngehê yên li Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê dixwînin û Parlementera HDP'ê Dersim Dag bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ya li ber Edliyeya Rihayê.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 410'an de didome. Îro endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, xwendekarên zanîngehê yên li Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê dixwînin û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin.   Beriya fitariyê Parlementera HDP'ê Dersim Dag axivî û paşê li ser navê xwendekaran jî Tarik Aydin axivî. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku ji bo daxwaza ji bo edaletê pêk bê dê berxwedan bê xurtkirin.    Piştî axaftinan mele azan da. Piştî azanê rojî bi temiya "edaletê" hat şikandin.