Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin 2022-04-22 21:18:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê gelek hunermend li hev kom bûn û li dijî êrişên dewleta tirk bang li aliyên siyasî kirin ku bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin.   Li Silêmaniyê gelek hunermendên ji Başûr û Bakur li hev kom bûn û êrişên Tirkiyeyê yên bi tevkariya PDK'ê tên kirin şermezarkirin. Li ser navê hunermendan Îbrahîm Ehmed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Careke din dewleta tirk êrişên hovane bi armanca dagirkeriya Başûrê Kurdistanê pêk anî ku bi xwîna hezaran zarokên dilsoz hatiye rizgarkirin.”   Hunermendan êrişên Tirkiyeyê şermezarkirin û bang li hemû hêz û siyasetmedarên kurd kirin ku li dijî dagirkeriya rabin û nehêlin qada Herêma Kurdistanê bibe cihê şerê herêmî û xelk bi çarenivîseke nediyar re rû bi rû nemîne. Di berdewawma daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hînceta dewletat tirk a dagirker gelek ji ya ku qal dike zêdetir e. Weke bi xwe dibêjin, eger li Marsê jî tiştek bi navê kurdan hebe, wê tune bikin.”   Hunermendan ji partî û aliyên siyasî xwestin ku bi yek destî li dijî dagirkeriyê rabin û gotin, rêya şerefê ew e ku berjewendiyên neteweyî esas bên girtin.