Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin? 2022-04-23 09:55:49   AMED - Welatiyên Amedê ji ber hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bertek nîşanî malbata Barzanî dan û wiha gotin: “Ev şer ne tenê li dijî PKK’ê lê li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd e. Dilê wan çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?”    Dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê di 17’ê nîsanê de êriş da destpêkirin. Bertekên li dijî êrişan li her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navin û Ewropayê berdewam dikin. Xelkê Amedê jî li dijî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê nerazî ye. Welatiyên Amedê li hemberî şêrê li başûrê Kurdistanê bertekên xwe bi rêya ajansa me re anîn ziman.     Têkildarî mijarê jina bi navê Sabîha Yoldaş diyar kir ku şerê didome ji bo gelê kurd eyb e û got ku li hemberî hemû dijminan pêdiviye ku gelê kurd bibe yek. Yoldaş, dest nîşan kir ku Barzanî di nava îxanetê de ye û axaftina xwe wiha dom kir: “Em dixwazin hezên me li hev bên û bibin yêk. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Em xwîşk û birayên hev in. Ev tişta Barzanî dike ne rast e. Xwedê bi hewara me bê û bibe alikarê gelê kurd. Xwedê vê zilma ku ew li me dikin bo wan nehêle. Xwedê PDK û malbata Barzanî biselihîne.”   ‘SEKNA PDK’Ê XELETE’   Ciwanê bi navê Mûstafa Ustundag jî da zanîn ku heke PDK bi qewmê xwe re bûbûya yêk, ber bi şopa îxanetê ve nediçû û got ku heke kurdan pişta hev bigirta, gelê kurd niha di vî halî de nedibûya. Ustundag bi lêv kir ku PDK ji pişt ve xencerê li pişta gelê xwe dide û wiha pê de çû: “Divê hemû gelê kurd bertekê nîşanî wan operasyonan bide. PDK ji bo berjewendiyên xwe ketiyê nava şerê birakujiyê. Hêzen derve dixwazin, kurd nav serê hev bidin û hêza wan tune bikin. Pêdiviye ku gelê kurd bibe yêk. Barzanî heke wê sekna xwe bidomîne, dê piştgiriya gelê kurd winda bike. Me bawer ne dikir ku malbata Barzanî xiyanetê li gelê xwe bike lê pêş çave ku raste rast birayê xwe dikuje. Ev sekna PDK’ê xelete û divê ji vê xeletiya xwe vegerin.”   ‘DÊ TÊK BIÇIN’     Ji şêniyên bajêr Saldiray Ay jî diyar kir ku nêzikatiya Barzaniyan a li hemberî gelê kurd şaş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbata Barzanî neheqiyê li gelê başûrê Kurdistanê dike. Operasyonên tên kirin bi mebesta tunekirina gelê kurd in. Ev şer ne tenê li ser PKK’ê lê li hemberî hemû deskeftiyên gelê kurd e. Barzanî bi vê sekna xwe, nûnertiya gelê kurd nake. Hewceye ku PDK di nava gelê kurd de aştîxwaz be û operasyonên heyî bide sekinandin. Herêmên ku niha şer lê diqewime girêdayî desthilata PDK’ê ye. Ji berê heta niha ev operasyon berdewam in. Lê rastiyek heye ku ev her tim ev operasyon têk çûn. Tim digotin, ‘Em ê Qendîlê tune bikin.’ Lê em dibînin ku PKK xelas nebû û miraza dilê wan hasil nebû. Her ku dewletê êriş kir, têkoşîna gelê kurd jî mezintir bû. Hemû deskeftiyên gelê kurd, bi saya têkoşîna berxedêran û HDP’ê zêde bûn.”    ‘BARZANÎ ÇIMA BIRAYÊ XWE DIKUJE?’    Jina bi navê Şûkran Kaya jî bal kişand ser operasyonan anî ziman ku êrişa PDK’ê şerê birakujiyê ye. Kaya, daxuyand ku tişta Barzanî bi serê gelê kurd tîne “zilm e” û wiha pê de çû: “Malbata Barzanî çima birayên xwe dikujin? Mirovek çawa dil dide birayê xwe bikuje? Em naxwazin axa me bê dagirkirin û PDK jî divê nebe hevkarê îxanetê. Êdî tiştekî em ji Barzaniyan re bibêjin tune ye. Xwedê vê zilma wan qebûl neke ku dê qebûl neke jî.”    ‘BI SAYA BERXWEDÊRAN EM GIHIŞTIN VÊ ROJÊ’   Der barê mijarê de welatiyê bi navê Rifat Oner jî got ku ji xeynî gerîlayan, feydeya kesekî bo gelê kurd nîne û ev tişt anî ziman: “Malbata Barzanî û hêza wê şirîk û sîxûrên Tirkiyeyê ne. Vê malbatê her tim xiyanet li gelê kurd kiriye. Divê hemû kes ji bo xatirê wan kesên bo me xwîna xwe dirijînin rabin ser pêyan. Îro em bi xêra wan hatine vê astê. Barzanî aqilê xwe nayîne serê xwe. Heke mirovek cehş be, tu çi bikî jî dest ji cehştiya xwe bernade. Bila Barzanî bi gelê xwe re be. Tu kesê xwedî şeref û namûs divê van pêkanîna qebûl nekin. Dewleta tirk ev qas tişt bi serê Barzaniyan anîn lê dîsa jî aqilê wan nehatiye serê wan. Barzanî ji bo ku desthilatdariya wê têk neçe û bo malbata xwe dewletekê ava bike dibe şirîkê dijmin. Mirovekî bi kêrî qewmê xwe neyê, xayîne û silavê xwedê li ser heram e. Divê kurd li dijî zilmê bibin yek.”    ‘BARZANÎ BILA LI HEQÎQETÊ VEGERE’   Derheqê mijarê de ji şêniyên Amedê Muhammed Alkan jî destnîşan kir ku PDK sîxûrê DYA’yê ye û axaftina xwe wiha domand: “Malbata Barzanî, malbateke ne rast e. Ya ku bo gelê xwe dike xelet e. Ev ziyana ku PDK dide kurdan, ne tiştekî nû ye. Ji sala 1980’an heta niha zirarê didin kurdan. Heke Barzaniyan ev qas xiyanet nekiribûna, ez niha li nava rez û darên xwe bûm. AKP, PDK’ê dixapîne û ev jî ji bo berjewendiyê xwe şer dike. PDK diçe şerê birakujiyê dike. Ne bawerim Barzanî dev ji xayîntiyê berdin lê dîsa jî bang li wan dikim ku li heqîqetê vegerin û dev ji van xeletiyên xwe berdin.”    ‘DAWÎ ÇI DIBE BILA BIBE RABIN SER XWE’    Herî dawî jî welatiyê bi navê Hasan Vural axivî û berteka xwe wiha nîşan da: “Iraq, Tirkiye û malbata Barzanî bûye yek û kurdan dikujin. Tirkiye ev 40 sal in şerê kurdan dike lê tiştek bi dest nexist. Hebûn û zimanê kurdan înkar dikin. Dema nekarîn ziman tune bikin jî dest bi polîtîkaya qirkirinê dikin. Sedema vê jî xiyaneta malbata Barzan e. Ev malbat dibêje ez pêşengtiyê dikim lê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Divê kurdên li her çar parçeyan li dijî van êrişan yekitiya xwe ava bikin. Dawiya wê çi dibe bila bibe hewceye gelê kurd rabe ser pêyan û bi hemû derfetên xwe bertek nîşan bide. Bila malbata Barzanî dest ji xiyanetê berde û paşde gav biavêje.”