Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê 2022-04-23 10:53:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Kamal Chomani diyar kir ku PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê û got: “Kedxwariyê li Herêma Kurdistanê dikin. Wiha bidome dê PKK xiyaneta PDK’ê malbata Barzanî ji bîr neke.”    Rojnamevan Kamal Chomani yê ji Başûrê Kurdistanê êrişên Tirkiyeyê yên di 17’ê Nîsanê de li ser deverên Başûrê Kurdistanê da destpêkirin û têkiliya PDK’ê û îktidara Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxand.    TÊKILIYA PDK-TIRKIYÊ   Chomani behsa têkiliyên Tirkiyeyê û PDK’ê kir û wiha got: “Di destpêka salên 1990'î de dema ku Tirkiyeyê hewl da PDK'ê jî tevlî şerê li dijî PKK'ê bike, ev têkilî xurtir bûn. Di salên 1990’î de baregehên PKKê li Hewlêrê hebûn. PDK’ê di sala 1996’an de êrişî PKK’ê kir. Di navbera PKK û PDK’ê de şerê navxweyî derket. Dem bi dem PDK’ê endamên PKK’ê qetil kirin û heta çalakiyên ku digihêjin qetlîaman pêk anî. Li ser daxwaza Tirkiyeyê bi dehan gerîlayên PKK'ê di êrişên PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan.”    BELGEYÊN WÎKÎLEAKSÊ!   Chomani da zanîn ku Tirkiye bi behaneya ku di navbera PDK û PKK’ê de “aştiyê tesîs bike” çûye Herêma Kurdistanê û di vê pêvajoyê de têkiliyên PDK û Tirkiyeyê pêş ketine û wiha got: “Peywendiyên wan di vê pêvajoyê de ne ewqas baş bûn. Destpêka salên 2000’î ji ber ku wê demê Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê êrîşkar bû û têkiliyên PKK-PDK ne ewqas xerab bûn. Li gorî belgeyên Wikileaks, di nameyekê de ku wê demê Mesûd Barzanî ji George Bush re şandibû, daxwaza parastina Herêma Federal a Kurdistanê li hember êrişên artêşa Tirkiyê kiribû. Mesut Barzanî bal kişandibû ku Tirkiye ne tenê li dijî PKK'ê, li her derê êrişî hemû nasname, etnîsîte û hemû pêkhateyên kurdan kir. Dema ku Tirkiye li ser bingeha şirîkatiya aborî têkiliyên xwe bi Herêma Federal a Kurdistanê re pêşxist, bi taybetî dema ku Herêma Kurdistanê çavkaniyên gaz û neftê dît û dest bi firotina wan bo Tirkiyeyê kir, ev têkilî hatin guhertin.”   TÊILIYA LI DIJÎ PKK’Ê    Chomani da zanîn ku piştî salên 2008 û 2009'an de têkiliyên AKP’ê bi PDK'ê û Tirkiyeyê re xurtir bûn û got: "Niha têkiliyên navbera Tirkiye û PDK'ê bi giranî bi du cure têkiliyan pêk tên. Ya yekem pirsgirêka ewlekariya Tirkiyeyê ya li dijî PKK'ê ye û ya duyemîn jî têkiliyên aborî yên li ser çavkaniyên gaz û neftê ye. Ya rast di navbera salên 2009-2011’an de di navbera Tirkiye û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê de peymana gazê ya 15 salan hat îmzekirin. Ev peyman bi piranî bi malbata Barzanî re bû. Lê ti kes ji herêma Kurdistanê nizane di vê rêkeftinê de çi heye. Hem ji ber çavkaniyên nefte û gazê û hem jî ji ber PKK’ê têkilî pir xurt bûne.”    HEBÛNA TIRKIYÊ YA LI HERÊMÊ    Chomani destnîşan kir ku bi vegera polîtîkayên şer ên AKP’ê ku di sala 2015’an de dîsa da destpêkirin hebûna Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bihêz bûye û wiha got: "Dema ku DAIŞ’ê êrişî Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, Tirkiyê dest bi berfirehkirina stratejîk li herêmê kir û xwest xaka xwe berfireh bike. Li Iraqê herî zêde PDK alîkariya Tirkiyeyê dike. Li ser vê hevkariyê Tirkiye dixwaze li dijî PKK’ê şer bike. Tirkiye dixwaze li Herêma Kurdistana gaz û çavkaniyên netewî bi dest bixe. Her wiha hêviyên wan hene ku bi rêya PDK’ê bigihin hinek xalan li Mûsil û Kerkûkê. Di vî warî de PDK gelek alîkariya Tirkiyê dike. Berjewendiyên PDK’ê yên aborî û darayî jî hene. PDK partiyeke mihafezakar û patriarkal e. Her tim PKK’a ku partiyeke pêşverû ye ji bo xwe wek tehdîd dibîne. PKK li ser mijarên wekî mafên jinan, edaleta civakî û aborî, wekhevî û sosyalîzmê disekine û van hemûyan tîne ziman. Ev ji bo PDK'ê metirsî ye."    ‘LEŞKERÊN BI PERE YÊ TIRKIYEYÊ YE’    Chomani destnîşan kir ku PDK bi operasyona dervayî sînor a 17’ê Nîsanê dest pê kir de “leşkere bi pere” ya Tirkiyeyê ye û wiha got: “Sedema sereke aborî ye. PDK dixwaze çavkaniyên netewî yên Herêma Kurdistanê ya wek neft û gazê bişîne Tirkiyê. Li Herêma Kurdistanê rewş û îmaja PDK’ê pir xerab e. Hikûmet têk diçe, sedema bingehîn jî israra malbata Barzanî ya li ser siyaseta yekdestdariyê ye. PDK di wê baweriyê de ye ku zû yan dereng dê gelê Herêma Kurdistanê li dijî wan dest bi serhildanê bike. PDK dixwaze bê parastin. Heya ku Tirkiye desteka wan be, wisa difikirin ku dê ji bo wan bibe garantî. PDK û Tirkiye ne weke hikûmet, weke malbat, weke malbata Erdogan û Barzanî di nava pêwendiyeke nêzîk de ne. Dixwazin mêtingeriya xwe li ser çavkaniyên netewî yên gelê Kurdistanê berdewam bikin. Tevî ku Erdogan li gel rayedarên malbata Barzanî hevdîtinan dike jî lê rêveberiya Barzanî wek rewa nabîne û Tirkiyeyê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê tu carî li Enqereyê wek nûner qebûl nekiriye. Yek ji polîtîkayên herî stratejîk ên Tirkiyeyê ew e ku erdnîgariya Kurdistanê nas neke. Her wiha divê meriv baş bibîne ku malbata Barzanî mal û milkê Kurdistanê çawa dixwe û talan dike. Tenê malbata Barzanî ji vî mal û milkî fêde dibîne.”    ‘PDK PARÇEYEK ŞER E’    Chomani diyar kir ku PDK beşeke ji şerê tê meşandinê ye û got: “Partiyên din ên siyasî yên li herêmê dê nebin beşek ji şer, jixwe dê gel jî piştevaniya wan neke. Rewşa li Kurdistanê gelek hesas, xeydok û dubendî ye. Heger wiha bidome… lê ez hêvîdar im ku wiha nebe - dibe ku di navbera ciwanên nêzîkî PKK û PDK'ê de zemîna şerekî navxweyî çêbibe. Ciwan êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê pêk tên qebûl nakin. Ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta Îranê piştgirê êrişên Tirkiyê ne.”    ‘XIYANET DÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN’    Chomani hişyarî da ku rewşa PDK’ê dê bibe sedema şerê navxweyî û wiha got: “Heke wiha berdewam bike dê di navbera PKK û PDK’ê de şerekî din yê navxweyî derkeve. Û bi awayekî rewabûna şer a PKK’ê heye. Ji ber ku her tim xwe ji şerê bi PDK'ê re dûr xist. Niha alîkariya PDK'ê ya ji bo Tirkiyeyê ji aliyê her kesekî li Iraq û Herêma Kurdistanê ve tê redkirin.” Eger rewş wiha berdewam bike PKK dê xiyaneta PDK û malbata Barzanî qebûl nake.”    MA / Ozgur Paksoy