‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’ 2022-04-23 14:39:05   NAVENDA NÛÇEYAN - NPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi serkeftina li Zapê re dê pêşî li serdemeke nû vekin û ji bo PDK’ê jî ev hişyarî da: “Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin û bila PDK nekeve navberê. Em ne alîgirên şerê kurd-kurd in lê heke hêzekî piştgirî da dijmin jî em ê vêcarê li hêsrên çavên kesekî nenihêrin.”    Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî operasyona ku Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin û di roja 7’an de didome daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne.    Daxuyaniya NPG’ê ku li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatibû weşandin wiha ye:    “Serdema ku em tê de di dîroka tekoşîna me de serdema herî girîng û dîrokî ye. Di 17’ê nîsanê de êrîşa dijmin a li ser eyaleta Zap û Avaşînê dest pê kir. Em, berxwedana li hemberî vê êrîşa dijmin bilind bûyî silav dikin. Şerê Zapê ji bo devleta tirk jî, ji bo rejîma faşîst a qirker a AKP-MHP’ê jî pir girîng e. Lê ji bo Rêbertiya me, tevgera me, gelê me, heta ji bo gelên herêmê jî pir pir girîng e. Çima? Ji ber ku em dizanin devleta tirk a dagirker û qirker ji 2016’an ve li ser konsepteke nû tevdigere. Naveroka vê konseptê tunekirina tevgera azadiyê, tesfiyekirina tevahiya destkeftiyên gelê kurd e. Dagirkirina sînorên Mîsak-i Mîllî ye û pêşxistina kontrola li ser xaka Sûriye û Iraqê ye. Konsepta dijmin û armancê wê ev e. Bi van xeyalên Osmanî dixwaze li herêmê bibe hêzekî mezin. Bi qasî gelê me, ewqas jî ji bo gelên ereb û yên herêmê konsepteke xetere ye. Berxwedana li dijî vê konsepta Tirkiyeyê berxwedaneke pîroz û girîng e. Ji bo ku mirov xetereya li ser gelê heremê rake, ji bo mirov siyaseta qirkirina li ser Kurdistanê têk bibe, rêya hebûnê û azadiyê veke, ev berxwedana dîrokî û pîroz e. Rêya azadkirina Kurdistan û Rêber Apo ji serkeftina vê berxwedanê derbas dibe.   TIRKIYE DI ŞER DE TÊK ÇÛ   Weke ku tê zanîn Tirkiye di şerê vê konseptê yê heta niha de bi ser neket. Bi taybet jî xwest di 2021’an de pêngavekî pêş bixe û başûrê Kurdistanê dagir bike. Lewma bi awayekî surprîz êrişî Gareyê kir. Lê li wir şikest. Piştre jî li dijî Avaşîn, Zap û Metînayê êrişeke berfireh da destpêkirin. Dixwest di nava 3 mehan de heta Qendîlê biçe û tevahiya Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Lê bi saya berxwedana bi pêşengiya Şoreş, Serhed, Sarya, Rêber, Hêjar, Botan û Zinarînan de, ya bi fermandariya rêheval Cumalî û Çavrêyan têk çû. Di sala 2021’an de dijmin bi şêwazekî fermî têk çû. Niha jî vê têkçûna xwe ranagire û dixwaze tola xwe hilîne.    DIKARIN ÊRIŞÎ METÎNAYÊ JÎ BIKIN   Ji bo biserxistina vê konseptê, AKP-MHP’ê berpirsyarî li xwe girtiye. Heke ser neket dê rejîma wan birûxe û dê bikevin zindanê. Ji ber ku berxwedana 2021’an rejîm anî ber hilweşînê. Niha desthilata faşîşt û qirker a AKP-MHP’ê dixwaze hemû derfetên dewleta tirk bi kar bîne û careke din şensê xwe biceribîne. Lewma jî êrişa Avaşîn û Zapê pêş xist. Ev êriş, hêj destpêke. Dê hîn firehtir û demdirêjtir be. Dibe ku di nava çend rojan de xeta Metîna, Girê Cudî û Girê Biharê jî bide ber vê êrişê. Heke li vir bi ser ket dê weke par konsepta xwe berfirehtir bike û tevahiya herêmên Medyayê dagir bike.    HEKE TÊKÇÛN DÊ BO KURDAN ŞENSEKÎ NÛ ÇÊBIKE    Dixwaze ji Mexmûr heta Şengal û Rojava, hemû destkeftiyan hedef bigire û ji holê rake. Armanca dagirkeriya Tirkiyeyê ev e. Aliyên xurt ên dijmin hene û aliyên qels jî hene. Ji hêla teknîk û îstîxbaratê ve xurt in. Lê ji hemû aliyên din ve lawaz e û em dikarin vî dijminî têk bibin. Rast e; niha dijmin bi hemû teknolojiya serdemê êrîşê me dike. Berxwedana li dijî vê hêsan nîne. Lê belê dikare ji bo derfetên nû bibe şenseke nû. Heke em dijmin têk bibin, dijmin ne tenê li Zapê lê dê li Enqereyê jî têk biçe û pergala faşîst a qirker têk biçe. Lewma ev berxwedan ji bo azadiya gel û Rêbertiya me ye. Di heman demê de ji bo demokrasiya gelên herêmê jî pir girîng e. Li ser vî gingehî, ji bo serkeftina vê berxwedana pîroz çi hewce bike divê mirov bike.    ZAP QADEKE JI RÊZÊ NÎNE   Qada Zapê ne qadeke ji rêzê ye. Cîh û warê berxwedana dîrokî û mezin e. Dîrokeke xwe ya berxwedanê ya mezin heye û amadekariyê hevalan jî ne hindik in. Heta astekî amadekariyên hevalan jî hene. Dijmin xwest di sala 2008’an de Zapê dagir bike û darbeyê li biryargeha HPG’ê bixîne. Wê demê têk çû; berxwedana HPG zafer girt. Ji wê çaxê û vir ve gelek şer û berxwedan li qada Zapê pêş ket. Fermandarê wek rêheval Reşîd Serdar, Azad Sîser, Çîçek Kiçî, Mehmet Goyî û Alî Pilingan li vê derê hîmê berxwedanê danîn û temsîl kirin. Herî dawî berxwedana rêheval Baweran û Melsayan hîmekî esasî daniye. Heman tişt ji bo Avaşîn jî derbasdar e.  Ji bona wê berxwedana şoreşa me di qada Zapê û Avaşînê de aşkere ye ku bingehekî xwe yê dîrokî û xurt heye. Em bawer in hevalên li qada Zap û Avaşînê, li ser va kevneşopiya dîroka qadê, wê bikaribin di sala 2022’an de jî wekî 2021’an berxwedaneke dîrokî lidar bixin û zaferê nîhaî mîsoger bikin.   Lê ev ne hêsan e. Beriya hemû tiştî baldarî û fedakariyê dixwaze. Disiplîneke bilind, sebr, israr û kûranî dixwaze. Roja îro li hember dijmin şer pêşxistin û serkeftin ne hêsan e. Taybetmendiyên fedaî-Apocî nebe, ji xwe berxwedan nabe. Lê li kêlekê ruhê fedaî-Apocî, ruhê rêhevalî, dîsîplîn, dizîbûn, kamuflaj, taktik kûranî û afrînerî pêwîst e. Ger ku em di qada şer de bi ruhekî afrîneriya Apocî di astekî bilind de raber nekin, li kêleka wê fedakarî û cesareta tê xwestin pêşnexînin em ê nikaribin bi serbikevin.   PDK HIŞYAR KIR   PDK’ê par bi dewleta tirk re hevkarî kir. Bi şêwazê dorpêçkirin, ambargo, qutkirina rêyan û îstîxbaratê piştgirî da dijmin. Cardin pûsî li pêşiya hevalan danîn û li Xelîfanê heval şehîd kirin. Lê hevkariya xwe îsal hîn zêdetir kiriye. Lewma em dibêjin divê gelê me vê qebûl neke û xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve. Dijmin dixwaze bi şerê kurd-kurd encamekî bi dest bixe. Siyaseta PDK’ê ji vê re vekiriye û pir xetere ye. Ne xuyaye dê sibe çi bikin. Em ne alîgirên şerekî kurd-kurd in lê divê heval bersiva pêwîst bidin. Xweparastin mafekî pîroz e. Kî destê xwe dirêjî gerîla bike, gerîla dê bersiva pêwîst bide. Divê heval di vê mijarê de tevdîrên xwe di asta herî baş de bigirin. Rê nedin provakasyonan lê tevdîrên xwe bigirin. Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin û naxwazin kesek bikeve navbera me. Em naxwazin kesek bi dijmin re hevkariyê bike û rê li ber şerê kurd-kurd veke. Me ji bo vê gelek hewl da. Lê tevî vê yekê jî heke bikevin navbera me û dijmin, em ê li hêsrên çavên kesekî nenihêrin. Em di serdemekî dîrokî de ne. Berxwedana tê meşandin berxwedaneke pîroz e. Ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistan, ji bo demokrasiya herêma Rojhilata Navîn şer şerê azadî û demokrasiya gelan e. Şerê hebûn û azadiya gelê kurd e.    Serkeftina li Zap û Avaşînê, serkeftina gelê heremê û gelê kurd e. Serkeftina li wê derê dê bi xwe re serdemekî nû bîne. Em dizanin ku dijmin dixwaze li wir encam bigre û piştre jî dest bi êrişeke berfireh bike. Lewma ev berxwedana pîroz, ji bo her kesekî pir girîng û dîrokî ye. Li ser hîmê felsefeya Rêber Apo em ê sala 2022’yan bikin sala serkeftina mezin.”