ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan 2022-04-23 15:23:26   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê diyar kir ku rewşa girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û ya Abdullah Ece ku li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin xerab dibe û xwest ku bên berdan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Sumerbank a berê ya Konakê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nemîne, nebe şirîk ew dimirin” vekiribûn. ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek ku ev 6 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.    REWŞA ABDULLAH ECE   Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî xwend û da zanîn ku di demên dawî de agahiya mirina girtiyên siyasî û edlî zêde bûne. Aydin, anî ziman ku heta niha li girtîgehan derb û sepanên tundiyê hebûn û wiha domand: “Niha jî girtiyan neçar dikin ku xwe bikujin. Rewşa girtî Abdullah Ece xetere ye. Ece, li Girtîgeha Kiriklarê bi Covîd-19’ê ket û niha li Nexweşxaneya Çîgliyê entûbe bûye. Hêviya me ew e ku rewşa wî di demekî herî kin de baş bibe.”    RÎNGÊN YEKKESÎ   Bi domdarî Aydin bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek û wiha got: “Dema Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sûrê dikir, di 3’yê adara sala 2016’an de hate binçavkirin. 4 rojan di bin çavan de hate îşkencekirin û piştre jî hate girtin. Di nameya xwe ya çileya 2019’an de Ozbek da zanîn ku di adara 2018’an de teşhîsa hîpertrîoîdê lê hatiye kirin û birine Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê. Ozbek, dibêje ku ji bo tedawiyê hewceye rojê 4 caran dermanê THYROMAZOL bi kar bîne. Lê 2 meh piştre Ozbek ji bo tedawiyê bi rînga yekkesî birin nexweşxaneyê. Tevî ku jê re gotibû ku nexweşa bêhnkurtkê ye û nikare bi vê wesayîtê biçe jî.”    PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ   Aydin, daxuyand ku Rihan Kavak Ozbek li nexweşxaneyê rastî nêzikatiyên xerab ên leşkerên jin hatiye û wiha bi dawî kir: “Ew leşkerên jin, Ozbek tacîz dikin. Ev rewş di daxwaznameyên ku dabû dozgerî û rêveberiya girtîgehê de vegot. Lê li şûna leşkeran, derheqê wê de lêpirsîn hate destpêkirin. Ji hîper trîoîdê, fitqa piştê, bêhnkurtk, bêhntengî, helîna hestiyan heta gelek nexweşiyên din li Ozbek peyda bûne. Ozbek, di şert û mercên girtîgehê de nayê dermankirin. Ji ber binpêkirinên mafan û şertên girtîgehê, rewşa Ozbek roj bi roj xerabtir dibe. Heke neyê dermankirin, dê nexweşiya hîpertîroîdê veguhere penceşêrê. Beriya ku dereng bibe divê Ozbek were berdan.”