Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan 2022-04-23 16:04:36 ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest ku girtiyê nexweş Abdulbakî Harmanci were berdan.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 398’emîn de çalakiya xwe ya heftane li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û ji girtiyên nexweş re azadî” hat vekirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulbakî Harmanci yê li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H’yê tê ragirtin.    REWŞA WÎ GIRAN E    Çevîrmen anî ziman ku li gorî agahiyên ji malbata Harmanci girtine ew girtiyek 70 sal^ye û nexweşînên wî giran û kronîk hene û ji dilê xwe bi awayek giran nexweş e û ji ber dermanên wî giran in her tim bêhna wî diçike. Çevîrmen da zanîn ku çavê Harmanci yê rastê qet nabîne ji ber vê yekê rapora wî ya astengdariyê heye û ji ber guhê wî diêşe jî deng baş naçê. Çevîrmen diyar kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora ku Harmanci dikare di hepsê de bimîne daye û ji ber vê yekê nayê berdan. Çevîrmen got ji bo tedawiya Harmanci li derve birêkûpêk bê kirin lazim e tavilê bê berdan.