Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin 2022-04-23 22:08:06     ENQERE - Ji 48 kesên ku di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin, 10 kes hatin berdan û yên mayî jî îfadeya didome.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê dabû. ji van kesan 48 kes jê hatibûn binçavkirin.    Îfadeya kesên di binçavan de didome. Îfade ji aliyê sê dadgeriyên ceza yên sulhê tên girtin. Li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Enqereyê îfadeya 15 kesan temam bû. Ji 15 kesên îfadeya wan temam bû 5 jê hatin girtin û 10 jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Kesên hatin girtin ev in: “Nîhat Gezîcî, Îlyas Tekîn, Navaf Ok, Halîl Aslanli, Atalay Bayrak.”   Kesên hatin berdan jî ev in: “Huseyîn Vûral, Mehmet Akin, Mehmet Mûstafa Bîlgînç, Necmettîn Aslan, Selamî Tûrhan, Sevîm Soylû, Sonay Avci, Şahîn Eroglû, Şefîk Ozbey, Ulfiye Ozcan.”