Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin 2022-04-24 09:03:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Rîham Hesen anî ziman ku li dijî êrişeke gengaz e ew ji parastina civaka êzdî re amade ne û got: "Em îradeya gel in. Em ji parastina civaka xwe re amade ne."    Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên bi ser Herêma Kurdistanê ve ji hewayî û bejahiyê ve êrişan da destpêkirin. Şerê ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê kirin, bi dijwarî didome. Di heman rojê de artêşa Iraqê jî li dijî nuqteyên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê yên li Şengalê êrişeke mezin da destpêkirin. Êrişên ku beriya cejna pîroz a êzdiyan Çarşema Sor dest pê kir, çend rojan berdewam kir. Derbarê êrişên ku bi hevkariya PDK'ê hatine destpêkirin de Hevseroka Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Rîham Hesen û Rêveberê Meclîsê Heso Îbrahîm ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.    'ÊRIŞÊ FERMANA 2014'AN ANÎ BÎRA ME'    Hevseroka Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Rîham Hesen, anî ziman ku êrişa artêşa Iraqê êrişek bi plankirî bû û wiha got: "Piştî ku di navbera PDK'ê û Tirkiyeyê de tifaqî çêbû hikûmeta Iraqê ya navendî êrişî li ser Şengalê kir. Yekem hedefa wan bû Asayîşa Êzidxan. Xwestin ku di êrişa ewil de Asayîşê ji holê rakin. Lê Asayîşê jî bersiva xwe da û bi helwest nêzîk bûn. Heger ku bi di navbera xwe de yekbûna û wisa êriş bikirina wê ev êrişa wan encam bigirta. Bi taybetî jî di êvara cejnê de êrişe wiha nayê qebûlkirin. Bi rojeke wiha pîroz de êriş kirin fermana 2014'an anî bîra me. Çimkî wî wextî jî êvara cejnê êriş li Şengalê kirin. Arteşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi vê êrişa xwe ferman careke din anî bîra civaka Êzidî.Lê asayîşê helwest nîşanî vê êrişê da û berxwe da û Asayîşa Êzîdxan teslîmî wan nekirin."    'CIVAKA ÊZDÎ BO PARASTINÊ AMADE YE'    Hesen, anî ziman ku li dijî her êrişekî civaka êzdî amade ye xwe ku biparêz e û wê êzdî li dijî êrişan bi berxwedanê bersiv bide û wiha axivî: “Piştî ku di navbera her du aliyan de hevdîtin pêk hatin şer hat sekinandin. Lê dîsa jî şervanên YBŞ û YJŞ'ê di cihê xwe de ne. Niha bêdengî heye. Lê belê hevkariya PDK'ê û Tirkiyeyê ya bi Iraqê re heye, em nikarin bibêjin ku şer çênabe. Dixwazin Peymana 9'ê Cotmehê bi vê tifaqiya xwe careke din bi cih bikin. Ji ber wê jî hewledanên me hene. Çi dibe bila bibe em ê berxwe bidin. Li vir civaka Êzidî xwe ji şer re amade kiriye. Ji bo ku em careke din rastî fermaneke din neyên em xwe amade dikin. Heta ku vîna civaka Êzidî neyê qebûlkirin û heta ku Şengala ku nû hatiye avakirin qebûl nekin em ê berxwedana xwe bidomînin. Heta niha me bersivên xwe aşkere nîşan daye û vî demî şûnde jî em ê bidin."   'EM Ê GAV PAŞVE NEAVÊJIN'    Hesen, bal kişand ser Peymana 9'ê Cotmehê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin û got: "Peymana 9'ê Cotmehê li ser navê qanûnê fermaneke nû ye. Heger ku Şengal dîsa bikeve bin kontrola PDK'ê wê kes nikaribe tiştekî bike. Ji ber ku yek ji sedemê vê fermanê ew bi xwe ne. Hê heta niha jî 2 hezar û 800 jinên êzdî winda ne û aqûbeta wan ne diyare. Îro îradeya xweser û Meclîsa Xweser a Şengalê amade ye ku bersiva fermaneke nû bide. Gav paşve avêtin wê nebe. Em ê pêşve biavêjin, lê em ê paşve neavêjin. Rêveberiya Xweser a Şengalê vîna civaka êzdî ye.”    'ÊRIŞ HEBE DÊ BERXWEDAN REWA BE'    Rêveberê Meclisa Xweser Heso Îbrahîm jî diyar kir ku êriş bi daxwaza Tirkiyeyê pêk hat û ev tişt anî ziman: "Li Şengalê careke din amadekariyên şer tên kirin. Careke din PDK'e û dewleta Tirkiyeyê dixwazin gelê Şengalê koçber bikin. Bi vî şerî dixwazin ku fermaneke nû pêk bînin. Êrişên li dijî Başûr û yê li dijî Şengalê hemanin. Ji ber ku Iraq êdî nema ye û ne hikûmete. Iraq bûye komek. Serokwezîr ketiye bin bandora Tirkiyeyê û PDK'ê. Ew dixwazin ku li vir di bin navê PKK'ê de careke din Êzidiyan koçber bikin û Şengalê vegerînin sala 2014'an. Êrişî wan girêdayî hev in. Ji xwe Tirkiye dibêje heger Iraq êriş neke ez ê êriş bikim. Me her tim gotiye êriş bikin, em ê xwe biparêzin. Em dijminahiya kesekî nakin. Lêbelê heger ku dinya hemû êrişî me bike berxwedan rewa ye."   'DIXWAZIN TOLA DAIŞ'Ê BISTÎNIN'    Îbrahîm, bi lêv kir ku kesê ku êriş dike wê rastî berxwedana wan bê û got: "Di van êrişan de navbera her sê aliyan de tifaq çêbûye. Ji xwe dewleta tirk peymana 9'ê cotmehê bi destê Kazimî da îmzekirin. Îro Tirkiye û Iraq ji kesên ku li hemberî DAIŞ'ê şer kirin û Şengal ji wan paqijkirin acizin. Bi vî awayî dixwazin tola DAIŞ'ê bistînin. Wê Asayîşa Êzîdxan û Rêveberiya Xweser vî gelî biparêzin. Ji ber ku civaka Êzidî îro êmanetî van hêzaye. Li dijî her êrişekî em ê vê civakê biparêzin.Niha li ser navê qanûnan dixwazin li Şengalê fermaneke din bikin. Banga me ji hemû cîhanê re ye, bila li hemberî vê xwe bêdeng nekin."