Dozger doza îxrackirina 19 kesên ku Tahir Elçî bibîr anîne kir 2022-04-24 09:14:53     MÊRDÎN - Derheqê 80 kesên tevli bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û Komkujiya Roboskiyê bûne, doz hat vekirin û di îdianameyê de hat xwestin ku 19 kesên hatine tayinkirin bên îxrackirin.    Piştî 8 salan derheqê 80 xwendekarên Zanîngeha Mehmet Akîf Ersoy a Bûrdûrê de ji ber tevli daxuyaniyên di navbera 2014-2015'an hatine dayin bûne, doz hat vekirin. Di îdianameyê de kesek bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" û 79 kes jî bi "porpagandaya rêxistinê" tên tawanbarkirin. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrdûrê îdianame qebûl kir.    Di îdianameyê de li ser daxuyaniyên ji bo protestokirina kuştina 301 karkerên madenê yên li Somayê, Komkujiya Roboskiyê, Komkujiya 10'ê Cotmehê û kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hatne dayin, hatiye sekinandin. Her wiha tûrnûvayên fûtbolê yên di navbera xwendekaran de hatine lidarxistin û rêzgirtina di dema tûrnûvayan de wekî sûc hatine hesibandin.    Di îdianameyê de dowîzên di çalakiyan de hatine vekirin û dirûşmeyên hatine berzkirin sûc hatine hesibandin.    Dowîzên li ser "Hûn ji aştiyê ditirsin" û "Ên dest dirêjî aştiyê bikin destê wan bişikê" nivîsandî û dirûşmeya "Tahir Elçî Nemir e" wekî delîl daxilî nava dosyeyê hatine kirin. Ji xeynî vê dirûşmeya "Roboskiyê ji bîr neke, nede jibîrkirin" jî wekî delîl daxilî nava dosyeyê hatine kirin.    Di îdianameyê de hatiye xwestin ku 80 kes yeko yeko bên cezakirin û 19 kesên piştî mezûn bûnehatine tayinkirin jî bên îxrackirin.    MA / Ahmet Kanbal