Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye 2022-04-24 09:16:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Dr. Haşim Zebarî destnîşan kir ku bi vî şerî armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina stuya Kurdistanê ye û got, rabûna li ber van êrişên bi hevkariya PDK'ê erkeke neteweyî ye.    Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê hem ji hewayê ve hem jî ji bejahiyê ve şerekî mezin û dorfireh da destpêkirin. Di heman wextê de artêşa Iraqê jî êriş biribû ser Asayişa Êzidxanê.   Li Herêma Kurdistana Federe êrişên bi tevkariya PDK'ê didomin. Ev êriş li bara gelek kesan bûn cihê bertekên mezin. Rojnamevan, nivskar û akademîsyen jî di nav de 34 kesan li dijî vî şerî daxuyaniyek dabû û bang kiribûn ku demildest divê ev êriş bên sekinandin. Ji van kesan yek jê akademîsyen Dr. Haşîm Zebarî bû. Zebarî, êrişên dawî û helwesta PDK'ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    PLANA ZINDÎKIRINA 'XEWNA OSMANÎ'   Akademîsyen Zebarî, bi lêv kir ku Tirkiye dixwaze sûd ji aloziya heyî bigire û wiha axivî: "Bêgûman aşkere bû ku peymanên PDK'ê yên aborî, neftê û enerjîyê bi rejîma Erdogan re hene. Ji ber ku naxwazin têkilî û peymanên xwe yên aborî yên bi Erdogan re qut bikin, li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê xwe bêdeng dikin. Ji ber vê yekê jî peymana neftê ya 50'î salî bi Tirkiyeyê re îmze kir. Peymaneke stratejîk di navbera her du aliyan de çêbû. Ji bilî peymanên aboriyê di navbera her du aliyan de têkiliyên taybet hene. Armanc dikin ku hêzeke mezin a Tirkiyeyê li herêmê bi cih bikin. Heger gelê herêmê bixwaze dikare vê rejîmê hilweşîne. Heta niha PDK'ê helwesteke netewî nîşan nedaye. Dewleta Tirkiyeyê jî dixwaze sûdê ji vê bigire. Li Kerkûk, Mûsil, plana Tirkiyeyê ya zindîkirina xewnên Osmaniyan heye. Ev operasyon bi erêkirina PDK'ê pêk hat û ev jî nayê înkarkirin. "    GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ   Zebarî, plan û armancên Tirkiyeyê destnîşan kirin û got, Tirkiye bi planeke mezin dest bi vê operasyonê kiriye û wiha domand: "Di navbera Tirkiyeyê û PDK'ê de rêkeftineke stratejik heye. Erdogan Hewlêr û Behdînanê weke Qibrisa duyem pênase dike. Ji ber vê yekê jî ev hevkarîyeke leşkerî û aborî ye. Ji ber wê tu tevgereke leşkerî ya Tirkiyeyê bêyî PDK'ê pêk nayê. Xuya ye ku tenê armanca Tirkiyeyê ne PKK ye, tunekirina tevgera Herêma Kurdistanê ye. Erdogan ji bo berdewamkirina îqtîdara xwe û statûya Tirkiyeyê di nav hewledanan de ye. Ji bona wê îro dagirkirina Kurdistanê berdewamiya plana Efrîn, Serêkanî, Girêspî ye. Ew dixwazin ku ji Efrînê heta Qendîlê dagir bikin. Li herêma Başûrê Kurdistanê jî ji Heftanînê bigirin heta digihîje Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê li van deran nîzameke leşkerî bi cih bikin. Heger asayîşa netewî li cem Tirkiyeyê cih bigire wê çêbibe û dê ew xewna Tirkiyeyê pêk bê. Metirsiya vê ne tenê tunekirina PKK'ê ye, wê li wan deran hikumiya Tirkiyeyê berfireh bibe. Îhtîmal heye ku li wan devaran tirkmenan, DAIŞ'iyan bi cih bikin. Cihên ku hatine dagirkirin ev hêz niha di çalakiyan de ne. Yek armanc heye ew jî tunekirina statuya Kurdistanê ye. Ji bo vê jî di nav hewledanên gelek mezin de ye.Yek ji van hewledanan jî di nava partiyên kurdan de nakokiyan derdixe. Heta ku di navbera YNK'ê û PDK'ê de jî van nakokayin çêdike. Dixwaze ku YNK'ê jî bike bin bandora xwe. Lê YNK nakeve nava van polîtîkayên wan ên qirêj."   'HEDEF JIHOLÊRAKIRINA STATÛYA KURDISTANÊ YE'    Zebarî, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Tirkiye dixwaze bi vî awayî dijminatiya wê ya bi sedan salan encam bigire û got: "Tu kurd naxwaze ku PDK bibe alîyek. Heta niha PKK'ê jî û saziyên kurdan ên dîtir jî daxwaz dikin ku PDK nekeve kemîna Tirkiyeyê. PDK nikare helwesteke cidî nîşan bide. Em niha bixwazin û nexwazin jî PDK bûye aliyek. Wê ev operasyon bibe sedema biçûkbûna PDK'ê. Bi taybetî jî dê li wan cihên ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze lê bi cih bibe, têk biçe. Hejmara PDK'ê ku bêtir li aliyê Behdînan û Duhokê heye wê kêm bibe. PDK bi destê xwe xwe qels dike. Ji ber wê yekê jî pêwîst e ku PDK û kesên piştgiriyê didinê vê qebûl nekin. Qebûl bikin wê zirareke siyasî û dîrokî bikin. Rastiyek heye ku Tirkiye li çar perçeyan jî kurdan qebûl nake. Tirkiye weke dewleteke faşîst bi dijminane tevdigere. Lewre heger îro hebûna kurdan li Amerîka Latinî jî hebe, li Afrîka jî hebe wê biçe li wir jî mudexele bike. Ji ber wê naxwaze li tu deran statuyek kurdan hebe. Divê kurd ji dîrokê ders bigirin. Ev sedsal in Tirkiye dijminahiya kurdan dike. Divê her kes bizanibe hedef ne PKK'ye, hedef jiholêrakirina statuya Kurdistanê ye. Lewre wê her kurdek zirarê bibîne. Kî çavê xwe li ber van hewledanên dagirkeriyê bigire wê hesab bide. "   BANGAWAZÎ   Zebarî, bi lêv kir ku rabûna li hemberî van operasyonan erkeke neteweyî ye û bang kir: "Îro berpirsyarîyeke mezin dikeve ser milê her nivîskar, akademîsyen, hunermend û her rewşenbîrekî ku li hemberî vê bisekinin. Divê li her çar perçeyan jî em xwedî helwest bin. Malbata Barzanî tenê li berjewendiyên xwe yên binemalî difikire. Lewre niha li gel rejîma Erdogan in. Ji ber wê jî niha li herêmê aloziyeke aborî heye. Ji xeynî vê li herêmê girtin û îşkence heye. Li herêmê daxwaza azadiyê hatiye bêdengkirin. Gelê Başûr ji vê desthilatdariyê aciz e. Ev kesên ku îro li dijî gelê xwe dijminahiyê dikin wê weke xiyanet derbasî rûpelên dîrokê bibin. Em bang li pêşmergeyên welatparêz dikin ku bi sekna xwe ya neteweyî li dijî vê întîxarê bisekinin. Hêzên Pêşmerge naxwazin berê çeka xwe bidin sînga gerîla. Ev tişteke girîng e. Heger em sekneke neteweyî nîşan nedin wê zirareke mezin bigihê me hemûyan."