Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê 2022-04-24 11:08:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji xizma sedhezaran kesên di Enfalê de hatin qetilkirin, Sergul Hemesalih diyar kir ku tişta ku dewleta tirk dike enfaleke din e û li dijî êrişan banga yekitiyê li gelê kurd kir.    Êrişên ku dewleta Tirk a bi hevkariya PDK'ê di 17’ê Nîsanê de jî bi bejahî û hewayî li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin di roja 8'emîn de berdewam dikin.    Sergul Hemesalih ku di "Operasyona Enfalê" ya Saddam Huseyîn a bi qetilkirina nêzî 200 hezar kesên di salên 1986-1989'an de di êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî kurdan bi encam girt de bi dawî bû de xizmên xwe winda kirin derbarê êrîşên AKP'ê û PDK'ê de ji Rojnewsê re axivî.   'HEKE ÊRIŞ SERBIKEVIN WÊ DERBASÎ HEWLÊR Û SILEMANIYÊ JÎ BIBIN'   Sergul Hemesalih ku bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan wiha axivî: “Tişta ku Tirkiye li hemberî me Kurdan dike, enfaleke din e. Ez bang li welatan dikim ku dengê xwe derbixin. Di vê meha Remezanê de nabe xelkê li ser xaka xwe koçber bibe. Ev wêrankariya ku niha Tirkiye beramberî Behdînan dike, eger bi ser bikeve, wê sibe derbasî Hewlêr û Silêmaniyê jî bibe. Tirkiye dixwaze weke serdema Osmanî dest dane ser bajarê Kerkûk û Mûsilê.”   DIVÊ DESTÛR NEDIN XIYANETÊ   Sergul Hemesalih bang li Serokê Herêma Kurdistanê kir ku weke fermandarê giştî yê hêzên çekdarî yên Herêma Kurdistanê rê nede ti partiyek Kurd û hêzek çekdarî yên Kurd tev lî xiyanetê bibin, hevkariya dijmin bikin û got: “Eger aliyek Kurd hevkariya dijmin neke, wê êriş û planên Tirkiyeyê bişikê. Gelek girîng e ku di vê demê de hemû hêz yek deng bin. Em weke welatî jî li tevahiya bajaran xwepêşandan û raperînê ji bo piştgiriya PKK’ê û derxistina Tirkiyeyê ji welat bikin. Erdogan gelek ji Sedem Hisên qirêjtir û dîktator e. Eger jê were wê me hemûyan tune bike.”